Bernameya ‘Hefteya Wêjeyê’ hazir e

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 26 Nîsan 2024 - 00:24

Dîwana Wêjeyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya Hefteya Wêjeyê ya 2024`an a ku dê 27`ê Nîsanê li Otêla Endîwer a li bajarê Dêrikê bê lidarxistin, eşkere kir. 

Li gorî bernameyê, rojên wêjeyê dê 27`ê Nîsanê destpê bikin û 2`ê Gulanê bi dawî bibin.

Di hefteyê de wê bi sernavên “Pirsa Dahênan û Weşanê”, “Wêjeya Zarokan” û “Rexneya Wêjeyî” 3 mijarên sereke werin gotubêjkirin; semîner, panel bên lidarxistin û helbestan-çîrok werin guhdarkirin. Hemû bernameyên rojê wê saet di 17.00’an de destpê bikin. 

Bernameya Hefteya Wêjeyê wiha ye:

Nîqaşa weşanê

27`ê Nîsanê piştî axaftinên vekirinê yên komîteya amadekar û Rêveberiya Xweser, wê bi sernavê, “Nivîs û weşan: aso û derfet li gel zehmetî û kêşeyan” semînek bê dayîn. Heman rojê wê helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

28`ê Nîsanê panelek bi sernavê, “Pirsa dahênan weşanê” bê lidarxistin û çîrokên bi Kurdî û Erebî bên guhdarkirin.

Wêjeya zarokan

29`ê Nîsanê semînerek bi sernavê, “Wêjeya zarokan: Danasîn û dîrok, taybetmendî û naverok” bê dayîn. Heman rojê dê xwendina helbestan a bi zimanê Kurdî û Erebî jî hebe.

30`ê Nîsanê panelek bi sernavê, “Wêjeya zarokan: pirsgirêk û pêşinyar” bê lidarxistin, çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

Rexneya wêjeyî

1`ê Gulanê semînerk bi sernavê, “Nebûna rexneyê û bandora wê li jiyana çandî û wêjeyî” bê dayîn û helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

2`ê Gulanê panelek bi sernavê, “Rexneya wêjeyî di navbera teorî û pratîkê de” bê lidarxistin, çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî bên xwendin.

Di heman rojê de wê Hefteya Wêjeyê bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.