Xatirxwestin û çûyînek…

Nûçeyên Forum

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:14

  • Herî dawî li çiyayên pîroz li temaşeya rojhilatê hate dîtin Cuma. Elî, berê wî li roja nedîtî li ser renzê zingarî di nav xeyalan de bû…

OSMAN KAPAN

Ji çavên wî du dilop rondik herikîn nava xunava baranê. Ne li rondikên çavan geriya, ne jî ji ber ku şil nebe li sitarekê. Hal we ye di bin xunava baranê devereke wî ya ku şil nebûyî nema bû, ligel wê jî ne xem bû jê re. Bes yên din ê li kuçeyan an sêhwanka xwe vedikirin, an bi lez li sitarekê digeriyan.

Cuma, di bin wê xunava baranê de, xwe li ber pêlên xeyalan berdabû. Xeyal carina serrastî, lê xweş…Carina nêzî rastiyê, kurika hedadan di dilên bi hesrest de dadide. Carina raborî xwe li dîwarê malekê dipêçê û xeyal mirov bi labîrentên raboriyê ve dibe, tişta ku mirov jiyayî lê ji bîr kirî zindî dike û di bîbikên çavan de difûrîne…Carina dibe pêşerojê li ser sifre ya xweşî û bextewariyê dirûnîne. Xeyal mîna rêwîtiyeke bêdawî ye..

Dema derbasî hêla din ya rê bû yî, hindik mabû ku di bin texsiyê de bimîne. Jinika şifêr bi 
çavên kînfûrî lê nerî û di ber xwe de got: “çepelên çepel, nizanin bimeşin zarokên berbajarî, divê mirov nehêle werin nava bajêr…“ û bi ken pêl gazê kir ber bi mekanê zewq standinê ve û ajot .

Ji her tiştî bê hay hîn jî di nav xeyalan de bû. Piştî derbasî hêla din bû, hinekî din jî meşiya. Wekî her car dayîk, hevjin, bav, xwîşk, bira, keç û kur rêz bûbûn û li hêviya serdanê bûn. Jixwe sohbetên wan yên herî xweş di vê demê de bûn bêrîkirin, hesret û raborî ya xw bi hev re parve dikirin. Her yek xwedî çîrokek bû, çîrokan ew carina dibirin rojên xweş, bextewar û şad, carina di nava êşê de digevizandin, birînên qemûşk girtî ji nû ve xwînî dikirin. Ligel her tiştî hêvî mezin dikirin, lewra xeyal û mengî ya wan bêdawî bû. Gerdûna wan a xeyala deryaya bêbînî, tixûb nenas, dilê wan fireh biqasî kaînetê bû. 

Hemû ava robarekî bûn

Piştî ku nêz bû û hemû raçav kirin, di ber xwe de dot: “Pir baş e va dayîka Kejê, kalê Gurgîn, xwîşka Zozan û yên din jî hatine, bi xêra wan ez ê hevalên bavê xwe yên din jî bibînim. Lewra her dîtin, her nasîn gerdûneke…“ Li vir her kesî hevûdin nasdikir. Bi dehên caran çîrokên xwe, raborî û serpêhatiyên xwe ji hev re gotibûn. Çîrok û serpêhatiyên hemûyan dişibiyan hev. Ku yekî dest bi serpêhatiya xwe dikir, hemûyan dawiya wê zanîbû, lewra hemû wekî ava heman robarî bûn! Xeyalên wan jî tevlî çîrok û pêşeroja wan dibû. Sohbetên wan bi pirranî li ser bêrîkirina welat û hêviya roja pîroz ya ku li welatê xwe azad bijîn bû.

Dayê yan jî xwedawend

Dayîka Kejê hedar, star û berpişta wan bû, her kesî mîna dayîka xwe jê hez dikir. Wê jî her kes wekî keç û kurê xwe didîtin. Ji ber wê her kesî jê re digot; “Dayê“ Ew tîmsala Xwedawenda, barhilgira jintiyê bû! Ew jin, dayîk û heval bû, ji dilê xwe hezkirina dayîkî belav dikir û her kes li dora xwe dicivand.

Jin zayîn, jînda ye. Zayî dilopek ji xwîna wê ye, ji wê ye neqşa veşartî ye û tim ji belayan diparêze. Li gorî Cuma dayîk; “xwedavend“ bi xwe bû. Şahid bû ku piştî dîlbûyîna bavê wî, dayîka wî çi zor û zehmetî di ber wan de dikêşand. Hem dayîk, hem bav bû. Ji hêlekê ve li wan dinerî, ji hêla din ve tim li ber deriyê zindanê bû. Hingê di lebatê de bû ne şeva wê şev, ne roja wê roj bû! Dema ku li dayîka xwe dinerî, ji xwe re digot: “Jin tîmsala xweşiktayî, baxê gul û kulîlkan, xwedavendên evînê ne, parêzvanên dadê, bi dilê xwe yî hezdar di jiynê de jîn e. Raza xwedavendiya wê ji vê tê, ji wê ye Xwedavendî li pêşiya xwedatiyê ye! Di dilê wê de tovê azadiyê, sekaneya kêstiya wê li ser hezê ye, li her bênderê vala dike û dadigire, ji wê ye hez li her cihî heman e. Dayîk hem pêşeng e, hem rêber…Dayîk dil e dil“

Hem heval hem jî dayîk bû

Îca her kes di haya qedir û qîmetê jinê de bû. Loma her tişt li ber çav bû. Ji ber wê li hember jinan bi hurmet bûn, li hember dayîka Kejê du car zêdetir. Dema Cuma ew di rêzê de dîtin ji xeyalan rizgar bû. Kefxweşiyê xwe li rû pêça, bi xwe bawerî pirrtir bû. Baş jê hay bû ku li vî warê biyanî ne bi tenê, bi hezaran yên wekî wî ji warê xwe dûr ketine. Ev ji hêlekê ve bû keser li ser dil, ji hêla din ve bû kefxweşî. Bû keser; bêhnna welat ew rapêça, hal û axwalê wan yê penaberiyê dil guvaşt… Bû kefxweşî; bi dîtina wan şadî û bextewarî şîn bû lil dil. Lewra bi salan bû bi hev re kul û derdên xwe par ve kiribûn li ber deriyê zindanê. Di ber xwe de got; “dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be.“ Devbiken çû destê dayîka Kejê maç kir, wê jî Cuma hembêz kir û bi germahiya dilê xwe rapêça. Ew hem heval, hem dayîk bû ji wan re. Cuma jî germahiya dilê xwe tevlî ya wê kir û germahiya dilê wê li ya xwe mifte kir!

Çi keleşê xortan jê derketiye

Piştî wê dor hatibû ku biçin cihê hevdîtinê. Paragoya bi mehdê tirş û mirûz kirî yeko yeko ew venêrandin, ligel heqaretan ew berdane korîdorê, li wir dicivandin, piştî venerîna hemûyan bi dawî dibû berdidane cihê hevdîtinê. Dema ketin hundir, her kesî dît ku wekî her car dîtvanên wan li benda wan in. Lê kes pêşî ne çu cem yê xwe, bi rêzê dîtvan silav kirin , kefxweşî dane wan. Piştre her kes çû cem dîtvanê xwe. Cuma jî li hember bavê xwe Elî rûnişt. Hal û axwalê hevûdin pirsîn, bi demê re sohbet tîr û germ bû. Cuma çavên xwe kuskusandibûn û zîq li bavê xwe dinihêrî. Ku bikariya wê ew di bîbikên çavên xwe de veşartiba! Lewra di wan çavan de bêrîkirina siberojê didît. Ji xwe re got; “Têr lê binihêrim, belkî ev hevdîtina dawî be“ Wê kêliyê bavê Cuma çixare vêdixist, kizênî bi dil ket û rondikên dîlgirtî berdane jêr. Bes da bavê wî nebîne, berê xwe qulipande hêla din û çavên xwe paqij kirin. Sohbet germ bû, bavê Cuma jî ew dibin duvikê çavan de dişopand, zarokîtiya wî dihate ber çavan, ferq kir ku dem mîna avê herikiye. Dema dîl ketî Cuma neh salî bû. Xwe bi xwe got; “Çi keleşê xorta jê derketiye, vaye temen bûye hijdeh” û bi dizîka keserek kişand. Hinekî li ser konevaniya aktuel, hinekî ji malbatê axivîn. Di wê kêliyê de Cuma got: “Bavo va ez mezin bûm, dema fira min e, îca ez dixwazim ber bi warê pîroz ve bifirim. Tu çi dibêjê?” Bavê wî sekinî û bi çavên xayîs lê nihêrî. Dixwest tenê li çavên Cuma binihêre. Lê Cuma Çavên xwe berdabûne jêr û li bendê bû ka bavê wî dê çi bêje. Çavên Elî şil bûn bes da Cuma nebîne, rondik werivandin hinavên xwe. Wê kêliyê du hestan di labîrêntên dilê wî de digeriyan; here-neçe li mêzînê dida. Hezkirina kûr û welat raber dikir, wezinadina herdu yan yek bû. Di dil de hem keder, hem coş. Keder, kur diçû rêyeke dûr ,zor û zehmet û bêveger…Dê bêrîkirinê dilê wî biguvaşta. Lewra derdê bêrî û hesretê li zindanê baş kişandibû. Hesret navê dûrketina ji bêriyê ye, bêrîkirin; negihiştina xwesteka dile, sotîne bêrîkirin! Ma li ser hindik helbest, zêmar û yarî hatine gotin? Roj bi roj konê êşê vedide li ser dilan. Carina bi du dilop rondik dibine dermanê eşê û êş sivik dibe, lê dermanê bêrîkirinê tineye ji dervî gihiştina mêlakên bi bêrî…Coş; kur mezin bûbû, dê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bi aniya, bi wê şanaz dibû.

Li ser renzê zingarî di nav xeyalan de

Elî nizanîbû biryareke çawa bide. Lewra heya niha tistekî wisa tasawur nekiribû. Îca niha li hêlekê hestên hevaltî, li hêla din yên bavîtiyê. Dîsa li mêzînê dan ser bi ser bû. Bi dengekî nizim got; “Tu zanî“ Ji xwe Cuma biryara xwe ji zû ve dabû…Lê ne bav biryara wî pirsî, ne wî got.

Dema hevdîtinê bi dawî bû. Ev hevdîtin ji Cuma re pirr kin hatibû, zanîbû ku hevdîtina dawîye û îxtimala êdî hev ne dîtinê ji sedî not bû. Elî di keviya dilê xwe de îxtimala neçûyînê vêdixist. Wekî her car xatir xwestin.

Herî dawî li çiyayên pîroz li temaşeya rojhilatê hate dîtin Cuma. Elî, berê wî li roja nedîtî li ser renzê zingarî di nav xeyalan de bû…

Wêne: Fatma Temel

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.