Ji Rizgar Elegez deng û behsên civakê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:28

Weşanxaneya Avestayê pirtûka bi navê “Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştinên Din” ya Rizgar Elegez çap kir.

Pirtûk ji çîrokên Kurmancî pêk tê.

Kurtedanasîneke piçûk ji bo pirtûk;

“Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê.

Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê. Nivîskar wekî epîtaf, rehmet li gora Joyce aniye, û gotina wî kiriye mifteya vê kitêbê, ya ku dibêje; tarîx mîna kabûsekê ye ku huzûrê nade min, û xwe didimê ku jê hişyar bibim. Tevî tesîra wê tarîxa bêhuzûr, ev hikayet ji tarîxa piçûk a nenivîsandî derketine û rastî û xeyalî li hev pêçayî ne. Lê her çi be jî, xeyalkarî, xwe dispêre rehên wê civakê ya ku metnên edebî jê derdikevin. Ev kurteçîrokên han deng û behsên civakê ne û berê me didine mîraseke nenivîsandî ku sewta wan ji nava defterên razayî hişyar dibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.