‘Antolojiya Eqîdenameyên Kurdî’ derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 5 Nîsan 2024 - 00:55

Eqîdename ew metn in ku têde pesnê Xwedê, pêxember û yên dû wî têne dayîn. Ew metin bi erebî hatine nivîsîn lê li nav Kurdan bi Ehmedê Xanî nivîsîna van metnan bi Kurdî dest pê kiriye. Niha antolojiyeke hate amadekirin ku eqîdenameyên bi Kurdî hatine nivîsîn têde hatine bi cih kirin. Antolojî ji aliyê Weşanên Peywendê ve hatiye çapkirin.

Antolojiya bi navê "Antolojiya Eqîdenameyên Kurdî" ji aliyê Doç. Dr. Ruhullah Oz ve hatiye amadekirin û ji Peywendê derketiye. Di antolojiya 766 rûpelî de 55 eqîdenameyên bi Kurdî, yên ku karîne xwe bigihînin wan dane hev û antolojî pêşkêşî xwendevanan hatiye kirin. Antolojî bi pêşkêşkirina eqîdenameya ku Ehmedê Xanî di sedsala 17'an de nivîsandibû dest pê dike û bi eqîdenameya Meha Ebdilahê Neqşîbendî ku di sersala 20'î de nivîsandibû bi dawî dibe.

Ehmedê Xanî pêşeng e

Amadekarê antolojî Ozî di destpê de gotiye, "Mirov dişê bibêje ji roja ku Kurd bi îslamê xwedî rûmet bûne hetanî serdema Şêx Ehmedê Xanî pirtûkên olî bi zimanê kurdî nehatine nivîsandin" û van lê zêde dike, "Heger beriya Şêx Ehmedê Xanî hinek berhem bi Kurdî hatibin nivîsîn jî tu qeyd û tomar li ber destên me nîn in. Nivîsandina berhemên olî bi zimanê neteweyî bi Şêx Ehmedê Xanî dest pê kiriye. Şêx Ehmedê Xanî di warê berhemên zanistî/olî de bi zimanê zikmakî yekem kes e û pêşeng e."

Zimanê medreseyan her bi Kurdî bûye

Amadekar Nurullah Oz dibêje, "Her çiqas di medreseyên kurdan de pirtûkên erebî wekî kitêbên rêzê, kitêbên sereke hatibin xwendin jî, lê belê her tim zimanê perwerdehiyê Kurdî bûye. Û ev xal xalek girîng e." Ew gotinê dibe ser Ehmedê Xanî û van lê zêde dike, "Di sedsala 1600'î de Xanî bi nivîsandina 'Nûbihara Biçûkan', 'Eqîdeya Îmanê' ev rê û şop vekiriye û di sedsala 1700'î de mela Xelîlê Sêrtî bi pirtûka 'Nehc'ul-Emanê' ev rê şopandiye. Di salên 1800'î de bi sedema hinek faktorên siyasî, civakî, neteweyî û konjoktorel nivîsandina berheman bi zimanê kurdî zêdetir bûye."

Nurullar Oz agahiyên li ser dîroka nivîsandina van eqîdenameyan yek bi yek daye û gotiye, "Em hêvîdarin ku bi vê xebata me ya mutewazî me piştgiriyek dabe edebiyata kurdî.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.