- Tofan hîn jî didome û ji yên berê dijwartir e. Derman tifaq e. Ne neyar lê bêtifaqî me dikuje, bêtifaqî...
OSMAN KAPAN
Em xwe li hemû deryayan diqelibînin, li hin peravan diqefin, li hinekan winda dibin. Peravên deryaya tarî ne, bêhna mirina sar ji wan tê! Hin caran ji cendekên me re dibin mazûlvan hin caran nahewînin. Wê demê cendekên me jî bêserûşo ne, mîna tariya welatê min, bi pêl in...
Di nava reşahiya heftbahranê de
pêl li pêlan dixin
deryaya bêbini dinalî
ez li peravekî xirûxalî
li cendekên bê seri digerim..
pêl hîn jî li pêlan dixin…
Tarî li welatê me hem mirin e, hem jiyan. Ax vê paradoksa li tu deveran ne bûyî, ne bînayî! Em gelekî tofanî ne, her tofanê hinekî ji me mihandiye. Em ji hemû tofanan filitîne, lê di cokên biçûk de mane asê! di Keştiya Utnapiştî de rewengî bûn, me nemirinî da wî, em li dorê zîvirin, berket da herkesî, para me bû mêvantî, ev jî ji dilpakî û dilsojiya me bû. Roj li rojan, sal li salan qulipîn, dem û dewranan xwe li hev pêçan, em bûne benê qayîm, lewma tu tofanê em jî cih nekirin. Bes li warê xwe tim bi xof in...
xweşikên welatê min
dilpak in, xemgîn
feleka bêbext,
bextewariyê didize.
şevreşên welatê min
bixofin
kujer xwînê dimijin.
çûyîn bêvegerin
lê zora ji zor êbêtfaqî me dikuje..!
Erê, şevreşên welatê min ji hêlekê ve mirin, ji hêlekê ve jiyan e. Mirin xwînmijiya neyaran e. Jiyan; nûjîniya mirivahiyê ye. Li serê her çiyayî, li quntara her gelî hevraz û evraz, li her dêşt û newalê keç ji xortên vî welatî jiyanê direşînin li çolên beyar; bi xwîdana enîyê dehlên nû tilmizî bi dilê xwe yî pak av didin. Her devera ku lê ne jiyanê aşêf dikin, da gur bibe…
Ew şêr û şepal ango şergeleyên me, dergevanên wan çiyayên asê ne, çiya bi wan, ew bi çiyan bedew in, pîroz in çiya wan diparêze, ew jî ciyan! Evîna wan diyalektîk e, ew bi hest û zaravayên hev dizanin. Evîneke bêemsal e. Ne tê pênasekirin, ne tê nivîsandin. Ancax çiya û dergevan vê pênase bikin. Lewma em bi zaravayê wan nizanin. Lê em li benda wê roja pîroz in ku bi zaravayê xwe yî şîrîn, ji me re bêjin evîna xwe. Lewma dema ku ew ketin rê wiha qêrîyan..
me dilê xwe
me hestên xwe
me hêvî û bêrîkirinên xwe
xistin kefa mista xwe
û berê xwe da oxirê
pişta xwe da felekê
erdên beyar
şûvên çandî
zevî û dehl
li duv xwe hiştin
û meşiyan ber bi warê birîndar ve...
mê gulek ji baxê îrêm
di nava dilê dayîkan de çand
da ku heya em vegerin
bibe baxçê gulan, hêlîna evînê
lê me zanîbû
riya me çûyînek bêveger e
me bukên ser bixêlî
zavayên yek rojî
zarokên çêlî
bi şûn xwe ve hiştin
û meşyan ber bi rojê ve...
Hinek ji me winda bûn bê salox
bê serûşo çûn hinek bê tirb
di qul û qewêrên çiyan de man
hinek nenaskirî
bi nahurandina dayîkan
bi zêmarên ser zimana
bi tilîliya keçên xame
xwe spartin axa sar...
Tofan hîn jî didome û ji yên berê dijwartir e. Derman tifaq e. Ne neyar lê bêtifaqî me dikuje, bêtifaqî...
Ku hebe destûra Hozanê nemir Aramê Tîgran em ê helbesta wî wiha biqulipînin
Tifak li bêr mala ye
tifak dermanê dila ye
kî nexweşe bela ye
tifak dermanê Kurda ye...