Weşanxaneya Avestayê pirtûkeke bi navê “Katib û Kûçik” ya bi Kurmancî çap kir. Ev pirtûka çîrokan ji hêla nivîskar Ulku Bîngol ve hatiye nivîsandin.
Avesta pirtûkê bi van gotinan dide nasîn;
“Kîj guhdarêd çîrok û çîvanokan barê Teyrê Anka mereq nekiriye? ‘Katib û Kûçik’ Teyrê Anka ye; barê xwe ji heft zemanan hildaye û bûye rêwiyê dinyaya ronak.
Çîrokên di vê berhemê de -ku bi zimanekî dawerivî û ji binya Zemên dikin pistepist û di boran de olan didin- her yek jê awêneyek e. Kî bixwîne dê bi asanî xwe tê re bibîne. Çima ku nivîskar wek Pîrê Zemên pênûsa xwe li ser dewr û dewranan kiriye hawêneyek (mercekek) û behsa 'aliyê tarî yê heyvê' dike ji me re.”
NAVENDA NÛÇEYAN