Li Kerkûk û Mûsilê çi diqewime?

Nûçeyên Forum

Pêncşem 28 Kanûn 2023 - 00:26

ÊZIDÎ MÎRZA

Herçend pirsgirêka gelê Iraqê ya demokrasiyê ne ew e ku bi hilbijartineke herêmî çareser bibe, lê piştî 20 salan ji rûxandina rejîma Sedam Hisên û bi taybet valatiya îdarî ya di van 13 salên dawî de çêbûye, pêdivî bi hilbijartinekê bi vî rengî hebû. Bêguman encamên hilbijartinê girîngtir in.

Li Kerkûka dilê Kurdan, serkeftina lîsteya ‘Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye’ li aliyekî ji bo Kurdan cihê kêfxweşiyeke mezin e, lê ji wê zêdetir gelek peyamên giringtir di vê serketinê de hene. Beriya her tiştî ev tifaq, ne tifaqeke nijadperest û olperest e ne jî faşîst û xwefiroş e. Ev serketin, li hemberî îdeolojiya tarî ya PDK û dewleta Tirk a dagirker, mizgîniya ronahî û azadiya Rojhilata Navîn e. Divê sekna bi rûmet a gelê me yê Kerkûkê ya li hemberî partiya xayîn û xwefiroş PDK û faşîzma AKP-MHP’ê, bê silavkirin û pîrozkirin. Her weha sekna gelê me ya li hemberî Erebkirin û Şîageriyê jî hêjayî teqdîrê ye.

Li Kerkûkê rêxistineke cewherî divê

Ya ji hejmara kursiyan giringtir, têkbirina sîxur û cehşan bû. Bi ya min, ev ji bo gelê Kurd destketiyeke mezin e. Divê ji niha û pê ve, têkoşîna li hemberî PDK û eniya Tirkmen a ku rasterast xizmeta dewleta Tirk dike, bêhtir bê xurtkirin. Pêwîst e gelê Kurd jî di vî warî de piştgiriyê bide Kerkûkiyan û rêzê li îradeya wan a azad bigire. Gelê Kerkûkê jî lazim e tenê bi hilbijartinê re bi sînor nemîne û vê serketinê bike bingehê rêxistinbûneke cewherî û mayînde. Yan na, wê mîna agirê pûş, coş û taqeta wan bi carekê re vala biçe û poşman bibin. Em bawer dikin gelê Kerkûkê di vê mijarê de hişyar û zane bûye.

Yekîtîya Gelên Nînowayê firehtir dibe

Li parêzgeha Mûsilê jî tifaqa Yekîtiya Gelên Nînowayê, serketineke girîng bi dest xist. Belkî yek ji armancên vê tifaqê, ew bû ku ji du kursiyan zêdetir bigire, lê ya herî giring tifaqa Kurd, Ereb, Êzîdî û Şebek bû. Bêguman ev tifaq hedef dike ku di demên pêş de Tirkmen û Kildaniyan jî di nava xwe de bihewîne û yekitiya gelên Nînowayê mayînde bike. 

Di van hilbijartinan de ji roja destpêkê ve jî, PDK li pey lîstikên gemar e. Em bi ti awayî qala Welatê Şêx û kampên êsîran nakin ka çi gemarî lê kirine. Lê li Şengala ku ev 9 sal in ji destê wan rizgar bûye û xwedan îradeya xwe ya azad e jî, xwestin lîstikan bikin. Di van hilbijartinan de mala Barzanî xwest  civaka Êzîdî bi kar bîne, û her wiha hewl da jinên ciwan ji bo armancên xwe yên qirêj bi kar bîne. 

Mala Barzanî hinek jinên Êzîdî bi kar anîn

Ya balkêş ew e, kesên deng ji bo mala Barzanî dikirrîn, piraniya wan jinên ciwan ên Êzîdî bûn. PDK´a ku dizanî, wê li Şengalê wenda bike, rêbazeke herî ne exlaqî bi kar anî, xwest bi rêya hinek jinên ciwan ên Êzîdî bandorê bike, da ku di hilbijartinê de deng bidin wan. Ev rêbaza ne exlaqî û ne mirovane ya PDK’ê li Şengalê teşhîr bibe jî, pêwîstî bi helwêsteke tund a civakî heye. Pêwîst e civaka Êzîdî van kesên bi van rêbazên qirêj ji bo PDK’ê kar dikin, ji nava xwe biavêje û wan qebûl neke. PDK’ê navê xwe kiriye, partiya Demokratîk, lê ti elaqeya xwe bi demokrasiye re nîne. 

PDK dengên Êzîdiyan parçe dike

Jixwe berê jî PDK’ê heman siyaset dikir. Ji her eşîrê namzetekî derdixe, ango pirr zêde namzetan derdixe. Ev li aliyekî dengên Êzîdiyan parçe dike û nahêle kesek bi ser keve, li aliyê din jî namzetkirina pirr kesan dihêle ku pirraniya dengên Êzîdiyan ji lîsteya wan re biçe. Ji ber ku ji her eşîrê nîşandana namzetekî, komkirina dengên hemû eşîran e. Civaka Êzîdî ne civaka berê ye û li hemberî van lîstikan hişyar bûye. Lê hê jî xwedî wê hêz û îradeyê nîne van lîstikan bi temamî pûç bike. Heke bê pirsîn, wê demê çima pirraniya dengên tên bikaranîn ji PDK´ê re diçin? Bi gotinekê, ji ber ku bê rêxistin in, weke ku mecbûr in, ne ku ditirsin. 

Bêyî siyaseta xwerêvebirinê jiyan nabe

Heke bê pirsîn çima ji sêya yekê civaka Êzîdî neçû ser sindoqan? Ji ber ku ne xwedî rêxistineke xurt e û bi salan ji siyaseta xwebirêvebirinê hatiye mehrûmkirin. Wisa dizane ku dengên civaka Êzîdî ne ji bo wê ne, dengê civaka Êzîdî ji namerdan re diçin. Civaka Êzîdî ji bo wê naçe ser sindoqên dengdanê. Jixwe, her Êzîdî vê bi awayekî eşkere dibêje. Êzîdiyan fêhm kiriye ku pirsgirêka Êzîdiyan ne pirsgirêkeke wisa ye ku bi hilbijartinekê çareser bibe. Lê wan tam fêhm nekiriye ku pirsgirêka wan a bingehîn xweparastin û xwebirêvebirin e, bêyî siyaseta xwebirêvebirinê, jiyan nabe.  

Lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, piştî xelasiya ji komkujiyeke mezin, ev 9 sal in Rêveberiya Xweser ava kirine û rêveberiya xwe, bi xwe dikin. Di van 9 salan de tecrûbeyeke wê ya siyaseta demokratîk çêbûye û ji niha û pêş, ew ê di demokratkirina Iraqê de bi rola xwe rabe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.