AMARA HARÛN / BEHDÎNAN

Gelê Rojava ji serê Cotmehê ve li beranberî dagirkeriya dewleta faşîst û qirker a Tirk, li ser piyan e. Bi sekna xwe ya bi rûmet, dersa azadiyê cardin dide cihana ker û lal.

Ez bawer dikim, ti kesî ji bîr nekiriye ew gotina Erdoganê ku digot; “Va Kobanê wê bikeve, ha ket ha ket’’.

Lê Kobanê neketibû. Em bînin bîra xwe Kobanê çawa neket.

Di wan rojan de gelê Kurd bi serhildanan rabû, ciwanên Kurd û înternesyonalîstan sînor hilweşandin, derbasî Kobanî bûn. Rê nedan DAIŞ’a ku pişta xwe bi Erdogan germ dikir. Bi sedan, bi hezaran ciwanî canê xwe di oxira Kobanê û axa Rojava de rijand. Xelkê xwe êşand, xwîn û xwêdan rijand. Ne hêsan bû di wan rojan de mirov welatekî rizgar bike, lê gelê Rojava ev yek kir, parçeyekî axa Kurdistanê ji destê talanker, xirabker û xwînmijan xilas kir. Pergala xwe ya xweser ava kir. Jin û zilam, Ereb û Kurd bi hev re bêyî ku li ser serê wan darê zorê yê dewletê hebe, ketin nava jiyaneke hevpar.

Êş zehmet in. Rojava ew zehmetî kişandin. Di nava êrişên qirkirinê de li aliyekî pergala demokratîk a ku tevahiya gel, zayend, baweriyan dihewîne, ava kir, li aliyê din jî tekoşîn bi pêş ve bir, gihand heta bi Reqayê.

Wan xwe li vê ranegirt. Tehemûl nekirin ku Kurd jî li ser axa xwe, bi rehetî parîk nan bixwin. Tehemûl nekirin bêhneke azad bidin û bistînin. Tehemûl nekirin qanûnên Kurdan çêbin, dibistan, nexweşxane û kargehên wan çêbin.

Erdoganê xwînmij, her roj gefên qirkirinê li gelê Kurd xwarin, êşa Kobanê ya ku di dilê wî de bûbû kul, ji bîr nekir. Her cara ku keysa xwe lê anî, xwest berê xwe bide Rojava û vî parçeyê rizgarkirî bixe bin dagirkeriya xwe. Lê Rojava di ber xwe da. Gelek jin û xort ketin mewziyan, bûn şervanê welatê xwe. Gelek jinên pêşeng di nava vê pergalê de ava bûn. Her yekê ji wan bi siyaset û şerê xwe, civak arasteyî xeta azadiyê kir. Wan di nava şoreşa jinê de xwe afirandibû. Jîr û zane bûn. Ji bo wê, bi şerê taybet nexapiyan, yek bi yek jinan xwe ji pergalê qût kir. Pirr li zora wan çû, çawa jin dibin fermandar, siyasetvan, zane, feylesofê civakê, dîplomat û her wiha pêşengiya civaka xwe dikin. Ew xwediyê wê pergalê bûn ku pê li jinê didin. Tehemûl nekirin.

Pêşengên civak, ol û baweriyên ku li ber nemanê ne, cardin derketin ser dika dîrokê. Ji bo civaka xwe, doza azadiyê kirin, li ser navê wan axivîn, bûn dengê wan. Diyar bû ku mesele ne cudabûna di nava zayend, ol û her wekî din de ye. Mesele, dewlet bi xwe ye ku cudabûnan îstîsmar dike, sor dike û dixe bingehê pirsgirêkên civakê. Rojava, hincetên dewletbûnê hemû ji holê rakirin. Da nîşandan ku bê dewlet jî jiyan dibe. Civak, zayend, ol bi hev re dikarin di nava hevsengiyekê de bijîn. Dema em vê dibêjin, em behsa utopyayekê ango tiştekî xeyalî nakin. Rojava vê yekê darî çav dike. Tevî ku di nava êşên çêbûnê de ye û di bin gefên dewleta Tirk de ye jî Rojava ev bire serî. Ew xwediyê wê pergalê bûn ku pê li civakê bidin. Tehemûl nekirin.

Ev bû xetereke herî mezin li pêşiya pergala dewleta Tirk a ku qatilê zarok û jinan e. Ya ku dîroka xwe li ser qirkeriya civaka Ermenî, Rûm û Kurdan ava kiriye. Li kêleka pergaleke faşîst pergaleke li ser hîmên wekhevî, azadî û aşîtî ava kirin, helbet wê li hesabê ti kesî nehatana. Ji bo we, di her êrişeke Erdoganê faşîst de bêdeng man. Wisa kirin ku bi bêdengiya xwe pişta rejîma qirker a Erdogan girtin.

Ji bo wê ye ku îro gelê Rojava bi kal û pîr, û bi zarokên xwe ve li kolanan e, li meydanan dengê xwe bilind dike. Ew bi xwe dibin dengê xwe. Dibêjin, em ne li hêviya kesî ne ku werin me ji bin qirkeriya Erdoganê faşîst xilas bikin. Gelê Rojava, ev deh sal in ku bi berxwedana xwe, hînî tekoşînê bûye. Xwedî ezmûneke mezin a şoreşê ye. Êriş ji ku were bila were, xwedî wê hêzê ne ku xwe li ser lingan bigirin.

Ji serê Cotmehê ve Rojava ketiye ber êrişên pirr giran. Ji bo mirov fêm bike, bê ka li Rojava çidibe, pêwistiya mirovan pirr bi zanisteke mezin tine ye. Em bala xwe bidinê artêşa Tirkên dagirker bombeyan li firinên nan dibarînin, li sîloyên genim, li kargehên xwarinê, li nexweşxane, dibistan û akademiyan bombeyan dibarînin.

Dixwazin zora gelê Rojava bi wê yekê bibin ku wî tî û birçî bihêlin. Mîna Kuba, Angola, Filistînê, Rojava di bin ambargoyan de bifetisînin. Lê gelê Rojava yê bi rûmet, xwedî helwêsteke welê ye: Ew herî, ax û giyayî jî bixwin, ew ê rûmeta xwe ya azadiyê biparêzin.

Ji ber ku çavkaniya wan, tekoşîna azadiyê ya pêncî salî ye, ew ê bi ser kevin. Ji niha ve wê hêviyê didin û di van rojan de dilê me bûye Rojava...