OSMAN KAPAN
Bawerî, wijdana di nava mirov de ye. Kengî zixtik lê ket, wê demê dil dinale. Di nav civaka me de bi sedan biwej û gelş hene. Ku yek hinekî dikeve şaşiyê, tiştekî ne li ser rê dike, hîlekar an jî zalim be, tim jê re tê gotin: “Bê wijdan, wijdana wî tenekeye, bênamûsî destbirakê bê wijdaniyê ye, wijdana wî çawa rakir, ma wijdan pê re heye?“ û hwd. Îca ku wijdan a mirov lebitî, dê dil bi tixtixîne û bikeve nav rabihurî û siberoja xwe. Lewra, rabihurî; xencera li ser wijdanê ye, ku mirov ji riya xwe derdikeve, wijdan xwînî dibe bi derba xencerê. Tişta dil li Tajdînê kulek çirandî, makexezal bû. Dem û dewran zîvirîn xortekî li quntara çiyayê Cudî, çiyayê Mirada li ser rabuhiriya xwe, bi çavên şiloke zêmarek bi awaz dikir:
Tê bîra te / ku me li qeraxê çem / kevirkên şemîtonk kom dikirin / û li ser avê dipekandin / tiriyê mezrone / di kaniyê de dicemidand / leystikeke me hebû / tu dibûyî bûk, ez zava / dema me ji dayîkan re digot / ken di gewriyê de lal dibû / Tê bîra te / dema dinanê te ketî / bi girî em çûne mal / te digot :/ “ adê.. adêêêê, dinanê min ket“ /dayîk dikenî û te digot: / “ma ezê milim, ma ezê milim „ / tu di halê xwe de / min dinanê te dizî / tê bîra te / rojeke gulanê / hîn roj derneketî / bi dengê guleyan em şiyarbûn / zilamên kinc xakî / dev-rû girtî û bi çek / bi zimanekî ji me xerîb diaxivîn / dayîk, bav û em ji tirsa dilerizîn / apê Xelo dane ber guleyan / û gund şewitandin / pisîka min jî pê re / ez li ser pisîka xwe / lawê apê Xelo li ser bavê xwe digirî / te bi destê me digirt û digot : / negrîn negrîn / emê tola xwe hilînin / û te jî dilopek rondik barand / ew li mijgula min aliqî / li me dojeh bû ew roj / em ji gund revîn / qoçî nîvmirinê bûn / li sêrêkê em ji hev qetiyan / hûn bi jêr ve , em bi jor ve çûn / çawa tu nepenî bû yî / serî li min gêj bû / dinanê min î kursî ket / min ew jî danî ba yê te / dem çû dewran bi ser de / felekê çerxa xwe çep û rast zîvirnad / em yek bi yek belav bûn / li warên nediyar…/ dem di herka xwe de / mîna avê bû / bi xumîn û nalîn / her felek li dora xwe / em li dora felekan dizîvirîn / ez bûme xort, tu keça xame/ tu bûyî bûka çiya / ez tolazê kuçeyan…/ ax û ax gulan / temen li dil dialand / ez hîn lî dil digeriyam / li nav bîranînên zarokatiyê / û di rojek gulanê de min bihîst / ku cilkên bûkaniya te di xwînê de man e / tirba te / li qeraxê wî çemê me çêkirine / sergêjî zor da mêjî / çav tarî bûn / bênayî çû / di tariya şevê de dibûm mêvan li te /min rihanek li ser singa te çand / beybûnek li ber lingê te / dema em bi ber ba ketin / sê tiştên te mabûn li cem min / dinan, rondik û hezkirina te / bêrîkirin di dil de tim zîl dayî / min her du dinan di bin kêla te de veşartin / bi rondikan rihan av da / rondika te jî pê re ket / hezkirin û bêrîkirin jî / roj bi roj mezin dibe…
Zêmar bi dawî bû, xwîn sekinî, dil aram bû û wijdan rehet.