Çîrokan bişînin ji pêşbirka Huseyîn Denîz re

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Nîsan 2024 - 00:16

Serlêdanên ji bo Yekemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin.  

Şaxa Egîtîm-Sen a Rihayê wê Yekemîn Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz li dar bixe. Serlêdanên ji bo pêşbirk dest pê kirin. Pêşbirk wê bi zaravayên kurmancî û kirmancî yên Kurdî bê lidarxistin. Di çîrokê de mijar serbest e û hejmara rûpelan herî kêm gere 10 rûpel be. Her kes dikare bi berhemekê beşdarî pêşbaziyê bibe. Pêşbazî wê di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bê ragihandin. Berhemên bên şandin divê berê li tu derî nehatibin weşandin. 

Juriya beşa kurmanciyê Ozlem Ateş, Ronya Bewran, Haşîm Yetîm, Mehmet Yildiz û Hadî Altûndag û juriya beşa kirmanckî jî Ronya Bewran, Sefer Bakçî, Şahîn Kukçu û Kafûr Seçîlmek in. Kesên beşdarî pêşbaziyê bibin divê tevî agahiyên şexsî berhemên xwe wekî metnekê ji urfaegitimsen@hotmail.com re bişînin. Wê di pêşbaziyê de ji bo kesên yekem, duyem û sêyem xelata pereyî bê dayîn. 

Ji bo xatirê bedêla Huseyîn Denîz

Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Sînan Halat ji bo beşdariyê bang kir û got ku her kes dikare bi berhemekê beşdar bibe. Halat, da zanîn ku di warê têmayê de sînor tine ye û got: "Her kes dikare berhemên xwe bişîne. Em Egîtîm Sen, ji bo Kurdî li hemû qadên jiyanê belav bibe, em bi salan e têdikoşin. Ji bo Kurdî bibe, zimanê fermî em têdikoşin. Ji niha û pê ve jî wê xebatên me yên di vî warî de bidomin." 

Halat bibîr xist ku gava Huseyîn Denîz nûçegihan û nivîskarê Ozgur Gundemê bûye di 9'ê Tebaxa 1992'yan de li Serêkaniya Rihayê hatiye qetilkirin û got ku di heman demê de di warê ziman û folklora Kurdî de jî xebitiye. Halat bal kişand ser bedêla ku Denîz ji bo Çapemeniya Azad û zimanê Kurdî daye û got ku ji ber vê wan xwestiye pêşbaziyê li ser navê wî bidin. 

Halat destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên înkar û asîmlasyonê divê her mal bibe dibistanek û got ku ew her sal dixwazin vê pêşbaziyê li dar bixin. Halat ji bo beşdariyê bang kir. 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.