Ku nîne ma go jî nîne!

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:24

"Ku" di Kurmanciya amî de heye yan nîne, hebe çawa heye, nebe çawa nîne. Minaqeşeyên wê hatine kirin, ez ê bi wan danekevim. Lê ez ê bi xweşik xwendina rêbazê dakevim. Gava delîl tên nîşandan ji bo xurtkirina tez û argumanekê, divê em xweşik berê xwe bidinê. Bo nimûne, li herêma Torê û dewr û bera wê "ku" eynî bi vî rengî nîne. Lê belê esas "ku" heye, lê ne "ku" ye bes "go" ye.

Vêca gava weke delîl metn (çi devkî û çi nivîskî) bên anîn û bibêjin, "Binihêrin, yek ´ku´ heye, ew jî yan xeletî ye yan tiştekî welê ye". Dudilî bibin û bipirsin, "yanî hîç tiştekî weke ´ku´ jî nîne?" Çimkî ev pirs wê berê we bide rastiya meseleyê.

Ez ê vegerim metneke ku min beriya bi 24 salan nivîsî bû, ji performansa Bedranê Mala Alê ya li ser Cembelî; hingê bi şaşî min navê îcraker weke Bedranê Mala Sivûk nivîsîbû, ji ber ku kesê agahî da min ev agahiya şaş dabû min.

Di wir de "ku" nîne, lê ez dizanim ku "go" li şûna "ku" û bi funksiyona "ku" li deverê heye. Naxwe wê ne şaş be ez berê xwe bidim wan nimûneyên ku "go" di wan de bi funksiyona "ku" hatiye bikaranîn.

Pir nawestim û zûzûka bi ser nimûneyan ve dibim. Ji bilî "go"ya rîwayetê ya zêde zêde hatiye bikaranîn, ez di nava 3,4 rûpelan de gelek nimûneyên dibînim:  

Wextê go wilo ma sekinî, …  (r.75)

Di nimûneya li jor de, em dibînin ku eşkere "go“bi heman funksiyona "ku" hatiye bikaranîn. Yanî li wir binivîsanda "Wextê ku wilo ma sekinî,…" ti kesî wê ti tişt negota.

Nimûneyeke din ji heman metna şerê Cembelî Kurê Mîrê Hekariyan li jêr e:

Ez hatime go ti bidê mi qasê keya nivişkê sibê lê lê lê lê lê de rabe Fatima minê lê lê lê lê lê. (r.72)

Ev jî cihekî welê ye ku îro roj esas li şûna wê "ku" bê danîn, ti tişt wê neguhere. Û na, nexêr, di vê metnê de ev ne îstîsna ye:

Dibê Cembelî meyizand gelekî kêfa Cembelî hat, lê meyizand go ti waziyeta Ehmedê Mitirb nîne û li xeberê xwe nabê xweyî. (r.73)

yan jî

Dibê çi zowa gihayê de û çi êla go gihayê de, li nav gereha hevç û heram bê, dibê yeke go ji Fatima Salih Begê sipehîtir, malmezintir, comerdtir û merdtir bibînê, kir û nekir jina ji Fatima Salih Begê merdtir û sipehîtir nedî. (r.74) 

Min çima behsa vê meseleyê kir? Ji ber ku ev metna hanê weke delîl hatibû bikaranîn ji bo ku bibêje, "ku" di Kurdiya amî de nîne. Ez ji bo metnên din û deverên din tiştekî nabêjim, lê ji bo vê metna serbest dikarim çawa ku nimûneya dawî ya li jor jî nîşan dide bibêjin, esas "ku" di metnên Kurmanciya amî de heye. Carinan "go" li şûna "ku" tê bikaranîn û carinan jî weke tevahiya metnên devkî ti tişt bi kar nayê anîn. Yanî "… çi zowa gihayê de" bê "go" hatiye hiştin û hema piştre di nava heman hevokê de "... çi êla go gihayê de" bê "go" nehatiye hiştin. Ez bi xwe jî li dijî înflasyona "ku"yê me, lê bo nimûne, ji bo anîna hevokeke duyem yan jî alîkar bi ya min "ku" şert e. Axir mesele ew e, em karibin delîlan xweşik binirxînin û kêmasiyên di delîlanînê de jî zû nas bikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.