Romana ‘Efare’ ya Şems Qemer derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:18

Weşanên Zîzê pirtûka nû ya bi navê “Efara” ya ku Şems Qemer nivîsandiye çap kir. Şems Qemer berê jî romana bi navê “Xelek” nivîsandibû û ev romana wî jî ji Weşanxaneya Avestayê derketibû.

Weşanên Zîz romana “Efare” ya Şems Qemer bi vî awayî dide nasîn;

“Efare bi şêwaze şîpehiş hatiye nivîsîn û bûyer bi çavê zarokekî tê vegotin. Nivîskar bi çûnûhatinên di navbera paşeroj, si- bêroj û îroj de tirs û metirsî, xewn û xeyal, hêvîdarî û hêvîsariyên zarokekî bi zimanekî zarokane vedibêje.

Nivîskar dike ku em careke din û bi çavekî din li bûyer û rû- danên li dora me diqewimin binêrin ku gelek caran em wan bûyer û rûdanan wek ‘kîtekîtên bêqîmet’ dibînin. Di lênêhir tina wan ‘kîtekîtên bêqîmet’ de em bi ser dinyaya hundirîn a zarokekî ve dibin, wê dinyaya têrefsûnî ku qet ne dûrî me ye ji nû ve keşif dikin. Bi xêra şêwaza şîpehiş ku nivîskar bi hos- teti bi kar aniye xwîner bêhtir nêzî hişê qarekterê romanê dibe û bi vî hawî jî berhem bêhtir balkêş û tamxweş dibe.

Efare ne tenê lênêhitina zarokekî ya li dinyayê ye, nivîskar di heman demê de dest daniye ser hest, hêvî, xewn û xeyalên gerdûnî yên hemû mirovahiyê û tecrubeyeke kûrtir derdixe pêşiya xwîner. Pirtûka ku xwîner hem ji hêla fikrî û hem jî ji hêla hestî ve dihejîne, bi zimanê xwe yê resen û sivik tevliheviya hundirîn a mirovan bi lênêhirtineke zarokane û masu- mane dide der.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.