Ziman û dîsa ziman

Nûçeyên Forum

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:27

OSMAN KAPAN

17‘ê Sibatê bajarê Kolnê mîna deryayek ji mirovan bû. Bi hezaran welatparêz ji bona Rêber, rûmet û zimanê xwe pêl bi pêl herikîbûn, ne tenê qad û kûçe, cadeyên wê jî dagitibûn. “Ku te xwelî biavêta ji jor, libek jî nedikete erdê.“ Ango wê li ser serê mirovan biketa. Gel bi rengê Kurdî xwe xemilandibû. Hemû dilan di heman dilî de lêdixist, dibûne yek û di teşta hesteyên Kurdî de dihate stirandin! Hesteyên Kurdî li lutkeyê al dihejandin. Ew dibû coş û diherikî ser dilan. Ew coş dibû tilîlî û dirûşme erd û ezman dihejand.

Pêlan bendên li pêşiya xwe radikirin û pêl li pey pêla din diherikî, dibû derya. Ew deryaya ji mirovan ketin rê û ji qeraxê çemê Renê meşiyan. Bi şanazî digotin, “Robarê Renê em ji te mezintir in.“

Kurd, ne tenê fizîkî bi giyan û hişê xwe jî herikîbûn e Kolnê, bi keyf û şahiya xwe her der geş dikirin. Dengê dahol û zirnê, ligel tilîlî û dirûşmeyan li jêr mîna senfoniyê guh dialastin û senfonî dibû bablîsok hildikişiya jor û li tevayê gerdûnê belav dibû…Bi meşa xwe ya girseyî dengê xwe gihandin gerdûna jêrîn, çemê Renê li ber pêlên wan melûl bû û xweziya xwe bi wan dianî. Dema bi girseyî û disoziya xwe pira çemê  Renê hejandin, li ser xwe nahûrand û ji pêlên xwe fedî kir! Lewra heya niha ligel hemû ezameta xwe ti carî pir ne lerizadibû. Ji wê bû stûxwarî û axîna wê.

Kurdan ligel pirê, Elmanya û tevayê Avrûpa jî hejandin. Ew jî li xwe mikur hatin û gotin bi salane meşeke welê girseyî çênebûye… zarokek neh deh salî ji bavê xwe re digot. “Bavo kurda zêde prole kiriye “ ango li hember wê girseyê ew jî şaş bûbû. 

Fînal NEWROZ a Frankfurtê bû. Ligel serma û baranê jî girse herikî. Kevneşopiya Kurdî bi fesala kiribûn di kesayeta xwe de. Sir û seqem nas nedikirin. Carina ewr reş û tîr dibûn, te digot qey dê bigihin erdê, miruzê xwe tirş û tehl dikirin û bi carekê xwe vala dikirin. Carekê zîpik bi dijwarî barî. Te digot qey wê rojê ew tavên baranê bûbûne rondikên çavên Kurdan yên bi êş û dibarin. Bes, hîç ji coş û şahiya xwe kêm nekirin û bi heman dengî digotin. “Em em bi reng û mengê xwe Kurd in, hene û emê tim hebin jî…“

Kurt û kurmancî bi giyaneke hevpar di teşta hevîrê Kurdî de dihate pêhtin û di dilê xwe de netewa Kurdî bi cih dikirin. Ji keyfa carina çav şiloke dibûn, rondikên şanazî yê tevlî baranê dibûn, bi hev re dibûne robarê kefxweşiyê.

Lêbelê ligel hemû xweşî û giyana netewî, girêdana bi rêxistina xwe re tişta mirov diêşand, dil diguvaşt û trajîk ev bû: axaftina zimanê Kurdî kêm bû. Em li kolanên Kolnê jî geriyan rastî gelek qafîleyan jî bûn, ji sedî heftê ne bi kurdî, bi zimanê biyanî diaxivîn. Ev trajedî ya me ya herî mezin e. Em ji bona Kurdî û Kurdistanê dimirin, xwe li nav hemû zor û zahmetiyê didin, lê tişta ku me pênase dike em paşguh dikin. Her netew, gel bi zimanê xwe tê nasîn. Ziman + nasîna netewê. Ku ziman hate ji bîrkirin netew lal e! Polonya bi ziman şoreş û netewa xwe saz kir.

Rêber dibêje; “ ZIMAN MAL E“ Belê ziman arsaqa netewê ye. Ma bê sitûn kon, bê arsaq xanî dibe? Na. Ji wê ye mêhtînger berî her tiştî dest diavêjin ziman. Ew baş zanin ku ziman çû giyana netewî dimire. Lewra ziman çimentoya netewê ye…

Divê her Kurd bi zimanê xwe bixwîne, binivîse û bifikirê. Lê rewşenbîr û pêşeng deh carî zêdetir. Rol û misyon vê dixwaze. Mele, Seyda û şêx ligel erka ol î, erka netewî jî heye. Nivîskar, Siyasetmedar, Parêzer, Bijîşk, Endezyar û hwd. Li ser şoreşa zimanê Kurdî rawestin. Lewra ev erk û berpirsiyarî ya wan e. Di hemû olan de heye gunehê mirovên erkdar, ji mirovên din pirtir e. Îca barê giran dikeve ser milê wan. Lê mixabin em dibînin rewşenbîrên me ji zimanê xwe pirrtir, bi zimanê mêhtîngehan dinivîsin û diaxivin.

Li Newroza Frankfurtê stenda pitûkan hebû. Mixabin sê maseyên pirtûkên Kurdî hebûn. Hem firotin, hem elaqeya li ser wan kêm bû. Lê ya herî trajîk û dibû sancoya êşê ew bû, dihatin ber maseya pirtûkan û bi Kurdî digotin. “Ma tirkiya vê pirtûkê tine ye?“ Birastî jî ev gotin dibû kêreke koh li ser dilê min diket.

Bêyî ziman mirov lal e, biyanî ye, sêwî ye, bêkesayet e, bê çêje, wekî xwarina kelê ye! Îca divê em bi hev re bêjin: “şîrîn û xweş e, letîf û naze zimanê kurdî…“

Bimînin di nav xweşî, xêr û bereketa Kurdî de…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.