Li Girê Cûdî gurzê gerîla

Nûçeyên Forum

Şemî 12 Tebax 2023 - 00:40

  • Li Girê Cûdî dor li leşkerên Tirk hate girtin. Weke ku gerîlayên li wê derê dibêjin, 'Ketin heye, derketin ji Girê Cûdî nîne'. Tenê di çalakiyên ku 9 û 10’ê Tebaxê gelek taktîkên bi hev re hatin bikaranîn de, 31 leşker hatin kuştin û 7 dagirker jî birîndar bûn.  

AMARGÎ ARHAT BA/ANF/BEHDÎNAN 

 

Gerîlayan 9’ê Tebaxê di saetên nîvro de li qada Girê Cûdî ya girêdayî herêma Rojavayê Zapê, li dijî dagirkeriya artêşa Tirk operasyoneke şoreşgerî ya egîdane lidar xistin. Agahiyên berfireh ên derbarê vê operasyona şoreşgerî de hem têkildarî çeperê gerîla û hem jî têkildarî rewşa sûcdarê şer artêşa Tirk gelek tiştan dibêje.

Di saetên ku operasyona şoreşgerî dihat lidarxistin de, dewleta Tirk a dagirker civîna MGK’ê lidar dixist. Artêşa Tirk ku bi gotina ya “Ya Allah” car din leşkerên xwe şand Girê Cûdî, plan dikir ku operasyonê bike. Di pozîsyona pêkanîna operasyonê de bûyîn, her tim di rewşa êrîşê de bûyîn, li araziyê serwerî çêkirin û avantaja gulebaranê peydakirin e. Eger hûn hêzeke operasyonê bin, pêşî hûn dijminê xwe dixin pozîsyona parastinê, piştre hûn wê tasfiye dikin. Ger cewherê hêza operasyonê ev be, di rastiyê de gerîla ne 9’ê Tebaxê, 20’ê Tîrmehê; yanî em dikarin diyar bikin ku ji roja destpêkê ya operasyonê heta niha hêza sereke ya operasyonê ye. Ji ber ku hêza gerîla ya Girê Cûdî ji 20’ê Tîrmehê û vir ve taktîkek bi pir pêşbînî, biaqilane û bi koordîne daye meşandin.

 

Ne tesadufî ye

Çalakiya ku di 9’ê Tebaxê de pêk hat, bêguman encama pêvajoyekê ye, ne operasyoneke tesadufî ye. Gerîla bi darbe, sûîqest, çekên giran û çalakiyên sabotajê her tim serweriya xwe ya di gulebaranê de parastiye. Leşkerên ku xwestin li çar aliyê axê belav bibin, bi dehan caran bûne hedefa segvanên YJA Starê. Ji ber vê yekê leşkerên ku li herêmê daketin, xwestin bi lez mewziyan çêbikin û xwe biparêzin. Yanî li qada ku bi gotina “em ê operasyonê bikin” hatine, ketin pozîsyona parastinê. Gerîla ku dijminê xwe xistiye pozîsyona parastinê, di 9’ê Tebaxê de bi ser van çeperan de çû û derbeyeke bê hempa ku wê dijminê xwe matmayî bike, lê xistiye. Di van çalakiyên ku 9 û 10’ê Tebaxê gelek taktîkên bi hev re hatin bikaranîn de, 31 leşker hatin kuştin û 7 dagirker jî birîndar bûn. ‘Dronên întîxarî’ yên artêşa Tirk ên ku di dema çalakiyê de çûn hewara leşkerên nikarin serê xwe rakin, ji aliyê gerîlayan ve hatin rûxandin. Gerîlayên ku di dema çalakiyê de ketin pey leşkerên Tirk ên xwestin birevin, li vir jî gelek leşker ceza kirin. Mudaxaleyî skorskyên ku hewl didan takviyeyê herêmê bikin, kirin û hemû neçar man ku yek bi yek paşde vegerin.

 

Dor li leşkerên Tirk hate girtin

Yanî di encamê de li Girê Cûdî dor li leşkerên Tirk hate girtin. Mîna gotina gerîlayên ku niha li wir li ber xwe didin: Ketin heye, lê derketina ji Girê Cûdî tuneye.

Ev operasyona şoreşgerî, derbeya herî mezin bû ku artêşa Tirk di nava 20 rojan de li Girê Cûdî xwar. Wan bi xwe jî 9’ê Tebaxê di saetên şevê de, her çendî ku ne bi hejmara rast jî be agahiyên nasnameya leşkerên hatine cezakirin, parve kirin. Di daxuyaniya destpêkê gotin 2 leşker winda kirine, lê ber bi serê sibê ve hejmara leşkera bû 5. Ev yek nîşan dide ku windahiyên artêşa Tirk gelek in. Mîna gotina gerîlayek ku bi salane li dijî artêşa Tirk şer dike, “Eger windahiyên wan 5 bin qet nadin, eger 10 bin 2’an didin, eger ji 20 zêdetir jî bin sabît 5 didin.” Artêşa Tirk bi rastî bi van hejmarên sabît ên ku bi mejiyê mirovan dilîzin, qaşo nêzî nirxên xwe yên herî pîroz dibin.

 

Gerîla bi biryar e

Artêşa Tirk jî li hemberî çalakiyên gerîla û van operasyonên şoreşgerî yên bi bandor xwedî polîtîkayekî ye. Em dikarin ji vê re bibêjin polîtîkaya "weke ku nebûye nîşan bide, ger nikarî bikî navaroka wê vala bike.” Bi gotineke din, van çalakiyên gerîla yên pir plankirî, pir-dîsîplîn, bi koordîne û baş hesabkirî weke “lêdana tacîzê” (Bi Tirkî: taciz ateşi) bi nav dikin û naveroka wan red dikin. Li vir wisa nîşan didin ku gerîla bi awayekî bêhemdî çend gule reşandine û li leşkerên wan ketiye. Bi gotineke din, çalakiyên ku bi operasyoneke leşkerî ya pir bilind hatiye pêk anîn bi hemû hêza xwe hewl didin ji rêzê û asayî nîşan bidin. Çawa ku di Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê de li ser fermandar Egîd û hevrêyên wî digotin “Karê çend eşqiyayan e”, îro jî bi van gotinan hewl didin hêza têkoşînê ya gerîlayê profesyonel biçûk bixin. 

Eger fermandarên artêşa Tirk mirovên xwedî exlaqên şer bûna, wê heta niha şewqa xwe danîbana ber xwe û ji Girê Cudî vekşiyabana. Ji ber ew cara duyemîn vekişîn ji bo xwe qebûl nakin, ew tercîh dikin ku leşkerên xwe li wir terkî mirinê bikin. Gerîla bi biryar e ku bi ser bikeve. Zarokên herî xêrxwaz ên welatê me li dijî balafir, tank, kîmyewî, bombe, leşker, cerdevan, PDK, xayîn û hemû xerabiyên xwe berxwedana herî bi rûmet a serdemê nîşan didin. Li ser bingeha hêz û îradeya xwe bêyî ku xwe bispêrin kesî şer dikin. Bila ruhê Fermandar Egîd şad be; Şervanên wî dijmin têk dibin!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.