- Pirtûka “Bi nihêrîna Abdullah Ocalan exlaq” ya nivîskar Mihemed Bekir, li Sîlêmaniyê hate belavkirin.
Pirtûka “Bi nihêrîna Abdullah Ocalan exlaq” ya nivîskar Mihemed Bekir, li Sîlêmaniyê hate belavkirin. Li Navenda Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Erfan a Silemaniyê, pirtûk bi merasîmekê hate belavkirin. Her wiha nivîskar Mihemed Bekir, ji xelkê re behsa naveroka pirtûkê kir û dûre jî ji bo wan îmze kir.
Nivîskar Mihemed Bekir da zanîn ku di pirtûkê de behsa pênaseya exlaq, di dîrokê de exlaq, exlaq û têgihiştin û çend mijarên din kiriye û wiha peyivî: “Heta niha jî di asta norm û koma pêşiyên civakê, qala pênaseya exlaq tê kirin. Min girîng dît ku ji vê pênaseyê bibihurim. Ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan çend pênase li ser exlaq kirine. Li gorî Ocalan ji her tiştî zêdetir, pêwîstiya mirov bi pîvanên nû û hevçerx heye. Lewma min hewl da ji destpêkê ve pênaseyekê bikim li gorî hêza xwe, bi sûd wergirtina ji bîr û nihêrîna birêz Abdullah Ocalan a li ser exlaq.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ