Bi germî nêzî pêvajoyê dibin
Sêşem 18 Sibat 2025 - 03:40
- Şandeya Îmraliyê di 28’ê kanûna 2024 û 22’ê çileya 2025’an de li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinan şande serdanên xwe didomîne. Şandeya Îmraliyê ji 15’ê sibatê vir ve li Herêma Federal Kurdistanê serdanên xwe didomîne.
Di hevdîtinan de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin. Şandeyê hevdîtina xwe ya ewil bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re pêk anî, peyam û silavên Rêber Abdullah Ocalan bi Barzanî re parve kir. Ofîsa Ragihandinê ya Barzanî diyar kir ku Barzanî piştgiriyê pêvajoya hevdîtînan û di vê mijarê de amadeye peywira ku dikeve ser milê wî pêk bîne.
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di hevdîtinan de cih digire û têkildarî hevdîtinan axivî. Bayindir da zanîn ku bi Barzanî re hevdîtineke girîng pêk anîne û helwesta ku hatiye nîşandan erênî ye. Bayindir diyar kir ku silava Rêber Abdullah Ocalan ragihandine û têkildarî pêvajoya hevdîtinan Barzanî agahdar kirine û got:“Şandeya me hem ji bo fikir û pêşniyarên birêz Barzanî bigire û hem jî birêz Ocalan pêvajoyeke çawa xeyal dike agahiyên berfireh parve kir. Di pêvajoya aştî û çareseriyê de ku li Tirkiyê were pêşve xistin, me di çarçoveya geşedanên herî dawî yên li herêmê û Kurdistanê de civînek berfireh pêk anî. Civîna me, samîmî, germ û erênî derbas bû.
Barzanî piştgirî da
Bayindir bal kişand ser peyamên Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku Ocalan dixwaze di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de divê hemû dînamîk rol bigirin û ev daxwaz ji Barzanî re ragihandine û wiha got:“Me peyama birêz Ocalan a ‘fikir û pêşniyarên hemû kesî girîng in’ parve kir. Me dît ku birêz Barzanî pir erênî nêzî fikra birêz Ocalan dibe. Nemaze jî xetere û firsendên ku Kurd rûbirû mane hatin nirxandin, di vê mijarê de di serî de ew bi xwe jî divê hemû kes çi ji destê wan tê pêk bîne û hêvîdar e ku di kaos û gengeşiyên Rojhilata Navîn de wê bi selametî bi ser bikevin û di vê mijarê de hêvîdar e. Ji bo vê jî wê hewldanên xwe bidomînin.” Barzanî di hevdîtinê de tîne ziman ku îradeya aştiyê û helwesta erênî ya birêz Ocalan wê li hemû Kurdan bide qezenckirin. Bayindir wiha got:“Got ku li wir bi pêşketina çareseriyê pir girîng e û ji bo pêvajo çareserî û aştî bi pêş bikeve dê hewldanên xwe bidomînin.”
Piştre wê daxuyanî bê dayîn
Bayindir da zanîn ku dê hevdîtinên xwe li Sîlaniyê bidomînin û wiha got:“Heteya me dê piştî hevdîtinan daxuyaniyeke nivîskî ya berfireh parve bike.” Bayindir diyar kir ku Ocalan ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafel Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Qubat Talabanî peyam şandine, ev peyam parve kirine û wiha got:“Em ê fikrên birêz Ocalan ya derbarê van aktoran de ji wan re vebêjin. Aktor çawa nêzî pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin dibin, wê di vê pêvoyê de roleke çawa bigirin hemûyan berhev bikin. Di hevdîtinên din de wê hemû bi birêz Ocalan re bên parvekirin.” Bayindir xwest hemû Kurd piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û wiha axivî:“Ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna pevçûnan derkeve di zemîna demokratîk de çareser bibe dixwaze însiyatîfeke dîrokî bi pêş bixe. Îradeyê nîşan dide. Di serî de muxalîfên Tirkiyeyê, partî û hemû hêzên Kurdistanê, saziyên civakî di vê pêvajioyê de rola xwe bi cih bînin. Her wiha dixwaze di zemîna demokrasî û azadiyê de ji bo gelên Kurdistanê çareseriyê bi pêş bixe.”
Helwesta wî neteweyî bû
Li aliyekî din andeya Îmraliyê piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daxuyaniyek kurt da. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir got:“Şandeya me bi rêzdar serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek baş û dilxweş kir. Di hevdîtinê de, me silav û hezkirina Birêz Ocalan gihandin Birêz Nêçîrvan Barzanî. Me peyamên birêz Ocalan yên ji bo aştî û çareseriyê pêşkêşî birêz Nêçîrvan Barzanî kir.
Di hevdîtina me de, nêzîkatî û helwesta rêzdar Nêçîrvan Barzanî gelek baş bû, xwedî helwestek neteweyî bû. Ji ber vê ger pêvajoya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêşbikeve, ji bo pêşeroja gelê Kurd wê gelek baş be. Hêviya gelê Kurd ji vê pêvajoyê heye. Helwesta hemû hizbên Kurd ewe ku ev pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Di hevdîtina me de rêzdar Nêçîrvan Barzanî jî wê ji bo pêşxistina vê pêvajoyê piştgiriyek mezin bide. Hemû rêxistin û serokên Kurdistanê xwedî helwestin û bawerin ku ev pêvajoya çareseriyê pêş bikeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN