Bi berpirsyariyên xwe rabin
În 21 Sibat 2025 - 03:40
56 kesayetên Îtalî û 26 saziyan ku siyasetmedar, parlamenter, hunermend, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan jî di nav de ne, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) Xavîer Bettel re şandin. Di nameyê de hat diyarkirin ku Rêber Apo 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û wiha hate gotin:’’Di nava vê demê de mafên herî bingehîn ên Birêz Ocalan hatin binpêkirin. Serdanên malbat û parêzerên wî ji ber polîtîkayên kêfî yên hikûmetên Tirk hatin astengkirin." Di nameyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014'an û biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser Abdullah Ocalan ê di navbera 17-19'ê Îlona 2024'an de hatin bibîr xistin. DMME’yê di sala 2014’an de biryar da ku cezayê muebetê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn, bi temamî rê li pêşiya berdana bi şert girtiye û diyar kir ku ev yek li dijî peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Her wiha hatibû destnîşan kirin ku ji bo girtî bizanibin gelo di siberojê de şansê serbestberdanê heye yan nîne, divê Tirkiye rêziknameyên qanûnî di vê der barê de amade bike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19'ê Îlona 2024'an de zext li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryara 2014'an a DMMEyê tev bigere. Komîteyê diyar kir ku eger heta 20'ê Îlonê ti pêşketin çênebe, ew ê pêşnûme biryara navberê amade bike.
Bi milyonan daxwaza azadiyê dikin
Di nameyê de bal kişandin ser pêngava navneteweyî ya ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirpka Kurd Re Çareseriya Siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kir û hat destnîşan kirin ku li cîhanê bj milyonan kes daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin.
Name wiha ye: “Girîngiya siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan a di pevçûna Kurd û Tirkan de nayê paşguhkirin. Piştî ku Tirkiyeyê Bakurê Iraq û Sûriyeyê dagir kir û operasyonên leşkerî domandin, pevçûna Kurd û Tirkan ji sînorên Tirkiyeyê derbas bû û bû pirsgirêkeke herêmî. Çareseriya vê pirsgirêkê dikare ji hemû rojhilata navîn re çareseriyê bîne. Ji xeynî 69 kesên xwedî xelata Nobelê, ji pîşeyên cuda weke parêzer, aktîvîst, entellektuel, rayedar, hunermend, siyasetmedar nêzî 1500 kesî û Kurdan û dostên wan bangî Konseya Ewropayê û Serokkomarê Tirkiyeyê kirin. Ev bang ji bo dawîlêanîna pergala êşkenceyê ya Îmraliyê û serbestberdana Birêz Ocalan bû. Her wiha bi armanca pêkanîna azadiya Birêz Ocalan gelek torên navneteweyî hatin avakirin û ev hewl îro jî bi biryardarî didomin.”
Azadiya wî çareseriya pirsa Kurd e
Di nameyê de behsa hevdîtinên dawî yên bi Rêber Apo re jî hat kirin û hat diyarkirin ku ji bo bi temamî vekirina deriyên Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berpirsiyariyeke gelek mezin dikeve ser milê Konseya Ewropayê:“Bi saya zexta Konseya Ewropayê û rêxistinên sîvîl û siyasî yên ji çar aliyê cîhanê, serdana ji bo Ocalan a Şandeya DEM Partiyê ya li girtîgehê geşedaneke erênî ye. Lê belê Birêz Ocalan hîn jî mehkûmekî siyasî ye ku bi awayekî li dijî peyman û zagonên mafên mirovan ên navneteweyî girtin. Rewşa heyî nîşan dide ku ev gotina Nelson Mandela çiqas rast e: Tenê mirovekî azad dikare mizakere bike. Dema mirov pêşketinên dawî li ber çavan digire, êdî wext hatiye ku Komîteya Wezîran a Ewropayê ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêkê gavên şênber biavêje. Birêz Ocalan bi dehan caran aniye ziman ku tevî şert û mercên newekhev ew dilxwaz e ku çareseriyeke aştiyane peyda bike. Divê destûr bê dayîn ku Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike û da ku ew bikare ji bo peydakirina çareseriyeke adilane û demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd a ku bi hehan salan e didome peyda bike, bê serbes berdan. Azadiya Birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî siyasî divê Komîteya Wezîran a Ewropayê êdî gavên hiqûqî, dîplomatîk û siyasî biavêje.”
ANF/SERKAN DEMÎREL