Li Kurdistanê divê her xebat bi Kurdî be
Şemî 21 Sibat 2026 - 04:00

- Birayê Rêber APO, Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevdîtina dawî de Rêber APO li ser zimanê dayikê rawestiyaye û gotiye:Êdî hebûna Kurdan mîsoger bûye û ji niha şûn ve li Kurdistanê hemû saziyên demokratîk divê her tişt û xebatên wan bi Kurdî be.”
Rêber APO ku li dijî metîngeriyê pêşengiya serhildana 29`an a Azadiya Kurdistanê kir, di banga 27`ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku hebûna gelê Kurd mîsoger bû ye û êdî dor dora azadiyeyê. Rêber APO ji bo azadiyê jî wateyeke mezin dide ziman û çandê. Rêber Abdullah Ocalan di cîlda 5’an a Pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bi sernava “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” li ser parastina ziman û çanda Kurdî radewiste. Rêber APO ziman weke hêmana herî bingehîn a çandê penasê dike û vê nirxandinê dike:“Ziman ji bo civakekê destkêftiyeke hişmendî, estetîk, wate û hest e. Pêşketina ziman û pêşketina jiyanê bi hev re girê dide. Civakek zimanê xwe yê dayikê çiqas pêşbixînê wê jiyana xwe jî ewqas pêş bixîne. Bi heman awayî çiqas zimanê xwe winda bike û bikeve bin zimanê serdest û metîngeran wê ewqas rastî pişaftinê bê. Jiyana civakek rastî pişaftinê hatî ya ehlaqî, estetîk û bi wate nabe û weke civakeke nexweş wê bi awayekî trajik winda bibe. Mînak civakek di rewşa Kurdan de ger xwedî li zimanê xwe dernekeve wê ber bi xîzaniyê ve biçe û ji aliyê ehlaq û estetîkê ve şaş bijî û wê nekarê xwe ji jiyaneke kirêt û xayîn rizgar bibe.
Dest ji zimanê xwe bernadin
Rêber Apo di 18`ê Adara 2013`an de di hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re pêk anî de li ser destûra bingehîn a Tirkiyeyê û mafên çand û zimanî pêşniyaran dike û wiha dibêje:“Li gelek welatan hin herêm diçin referandûme û paşeroja xwe bixwe diyar dikin. Divê ew di mekazagona Tirkiyeyê de hebin. Her wiha divê reforma xwerêveberiyên herêmî jî pêk were. Bi vî awayî meclîsên herêmî ji aliyê aborî, ewlehî, perwerde, çand û tenduristiyê de xwedî gotin bin. Pirsgirêka perwerdehiya zimanê dayikê jî bi vî awayî bi rêya vê yekê tê çareserkirin. Bila baş bê fêmkirin ku Kurd tu car dev ji zimanê xwe bernadin.”
Divê hertiştê saziyan bi Kurdî be
Rêber APO di hevdîtina dawî ya bi malbatê re li ser girîngiya zimanê dayikê jî radiweste. Birayê Rêber APO, Mehmet Ocalan qala hevdîtina dawî kir û anî ziman ku Rêber APO li ser girîngiya zimanê dayikê axaftineke dirêj kiriye û wiha qala hevdîtinê kir:“Serok di hevdîtinê de anî ziman ku têkoşîna 50 salî hebûna Kurdan daye qebûl kirin û got ku ‘niha li Kurdistanê hemû saziyên demokratik divê her tiştên wan, her xebatan wan bi Kurdî be’. Lê mixabin saziyên me hê ne di wê hişmendiyê de ne. Niha ez careke din biçim cem Serok ez ê çi bersivê bidim wî? Saziyên me, partiyên me yên siyasî Kurdî naaxivin. Di daxuyaniyan de bi çend gotinan silavê Kurdî didin û piştre Tirkî diaxivin. Mixabin bi vî awayî saziyên me yên demokratîk nikarin me azad bikin. Em vê qebûl nakin. Serok di hevdîtinê de li ser vê yekê hêrs bû û got ku vê yekê qebûl nekin.”
Jiyanê bi Kurdî bijîn
Mehmet Ocalan diyar kir ku Rêber APO di hevdîtinê de jê re gotiye ku divê Kurd li her qada jiyanê bi Kurdî bijîn û ev nirxandin kirine:“Ev talîmata Serok e. Serok dibêje ‘li her derê, di hundirê malê de, di civînan de û li hemû qadên jiyanê divê jiyana we bi Kurdî be’. Em li dijî pişaftinê bi dewletê re têkoşînê dikin lê di warê ziman de me jî şûna dewletê girtiye. Heke Kurdî nizane divê li Kurdistanê parlamenteriyê neke. Çi heqê te heye tu Kurdan asîmîle bikî. Bi du peyvan Kurdî biaxivin û piştre Tirkî biaxivin, nabe. Em van ji bo hevalên xwe yên Kurd dibêjin. Hevalên me yên Tirk û Ereb bila di saziyên me de bi ziman û rengê xwe hebin. Lê bila hevalên me yên Kurd jî bi ziman û rengê xwe hebin. Serok jî ew yek got. Got ‘teqez em qebûl nakin, heke yek Kurd be û Kurdî nizanibe bi awayekî wîcdanî divê pêşengiyê neke.’ Ew gotin ji hemû sazî û partiyên me re got. Lê mixabin hê jî guhertin tune ye.”
AW/MAHMÛT ALTINTAŞ












