Berendamên ‘Xelatên Filmên Ewrûpayî’ diyar bûn

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Mijdar 2022 - 02:22

Filmên “Xelatên Filmên Ewrûpayî“ ku her sal bi merasîmekê tên belavkirin, hatin neqandin. Di nav filmên neqandî de filma “Triangle of Sadness” (Sêgoşeya Xemgîniyê) ku par li Cannesê xelata palmiyeya zêrîn wergirtibû, bel dibe. Filmên ku xelatê bigirin dê di 10’ê Kanûnê de bi merasîmekê werin eşkerekirin.

Xelatên Filmên Ewrûpayî cara 35’an tên dayîn. Filma derhênerê Swedî Ruben Ostland ya bi navê “Triangle of Sadness” di warê “filma herî baş”, “derhênerê herî baş” û “Senaryoya herî baş” de bû berendam. Her wiha filmên “Alcarras”, “Close”, “Corsage” û  “Holy Spider” jî ji bo xelata “filma herî baş” berandam in.

Xelatên Filmên Ewrûpayî dê îsal li bajarê Reykjavik yê Îzlandayê werin dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.