Berê xwe dan Hewraman

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:18

Bi boneya Cejna Remezanê bi hezaran geştyaran di behndanê de serdana herêmên başûr û navaresta Iraqê û bi taybet serdana herêmên geştyariyê yên Helebce û Hewraman kirin.

Beşek ji geştyarên ku serdana herêmê kirine axivîn.

Şehên Rehîm ku ji Silêmaniyê berê xwe daye cihên geştyariyê yên Hewramanê got:“Ez îro li gel malbata xwe ji bo derbaskirina Cejna Remezanê hatim Biyare Şerîfe. Li cihên geştiyariyê qerebalixiyek zêde heye, divê xizmet ji wan re zêdetir bê kirin da ku geştyar zêdetir serdana wan bikin.”

Amanc Hisên jî got:“Herêm cihek geştyariyê yê xweş e û geştyar jî di rêjeyek zêde de serdan dikin. Lê pêwîste asta xizmetguzariyê were zêdekirin. Ji ber ku rê li gorî pêwîst baş nînin. Pêwîste hîn zêdetir xizmet ji geştyaran û xelkê re were kirin.”

Berdevkê Geştuguzariyê yê Helebceyê Hewraman Celal jî li ser heman mijarê got:“Li sînorê parêzgeha me, 32 cihên geştyariyê hene. Bi berdewam geştyar serdan dikin. Ji bo pêşwazîkirina geştyaran û parastina ewlehiya wan, planeke me ya hevbeş li gel aliyên pêwendîdar li Helebce heye. Her wiha tîmên me li deverên geştyarî jî hene û çavdêriya nirx û paqijiya xwaringehan dikin.” Hewraman Celal her wiha da zanîn ku piraniya geştyarên hatine herêmê ji deverên naverast û başûrê Iraqê ne.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.