Behra binê qeşayê
Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:24
Li gorî daneyên nû, lêkoler difikirin ku di bin qalikê hişk ê heyva Saturnê ya piçûk Mîmasê ya qeşayî de behreke mezin a avî hebe.
Li gorî daneyên nû, lêkoler difikirin ku di bin qalikê hişk ê heyva Saturnê ya piçûk Mîmasê ya qeşayî de behreke mezin a avî hebe.
Li gorî lêkolîneke nû ya kovara Icarus pêr weşandî, lêkoleran daneyên maşîna NASA´yê Cassini berê şandibûn analîz kirine. Cassini niha naxebite. Li gorî encamên analîzê divê di bin qalikê hişk ê Mîmasl de behreke avî heye.
Cassiniyê di rojên xwe yên dawî de di ger û rêgera Mîmasê de hin hevnegirtin tesbîtkiribûn. Lêkoler jî dibêjin ev tenê bi gewdeyeke jeolojîk çalak a ku destûrê dide behreke avî mumkin e.
Ser rûyê Mîmasê bi qasî mirov bixapîne hişk e û li serê şopa derbên meteorîtan hene. Lê lêkoleran hesabên xwe kirin û ji bo lihevnekirina rêgera heyvê li dora xwe, li dora Saturnê û li dora rojê, tenê sedemeke maqûl dîtin: Divê okyanûseke bineerd hebe. Li ser okyanûs avî li gorî hesaban 24 ta 31 kîlometroyan qeşa yanî qalikekî hişk heye.
Sala 2014´an jî lêkolîneke din gihiştibû wê encamê ku yan divê di bin qalikê hişk ê Mîmasê de behreke avî hebe yan jî di bin qeşaya heyvê de sîsikeke hişk a "weke gokeke rugbyê" hebe.
Axir heke lêkoler rast dibêjin, êdî di nava sîstema dinyaya me de deverên mirov karin lê bijîn, zêdetir dibin.
NAVENDA NÛÇEYAN