Xelata Fîzîkê ya Nobelê îsal dan lêkolerên ku navgînên nû peyda kirine ji bo keşfkitina cîhana elektronên di nava atomê û molekulan de.
Piere Agostini yê Fransî, Anne L’Huilliera Fransî-Swêdî û Ferenc Krausz ê Awusturya-Macaristanî, ji ber xebata xwe ya li ser tevgera elektronan di nava atom û molekulan de, layiqî Xelata Fizîkê ya Nobelê hatin dîtin.
Li gorî jûriyê, zanyar, ji ber çêkirina derbên roniyê yên pirr kin ku mirov bikare pêvajoya bi lez a tevger yan jî guhertina enerjiyê ya elektronan, pê bipîve, hatin xelatkirin.
Anne L’Huillier û Ferenc Krausz, Paul Corkum ê Kanadayî, sala 2022’yan jî bi hev re Xelata Wolfê ya bi prestîj wergirtibûn.
Roja 2’yê Cotmehê Xelata Tibê ya Nobelê dabûn Katalîn Karîko ya Macar û Drew Weissmanê Emerîkayî yên ku bi dîtina derziya parhêza ji RNA’yê kiriye ku derziya parhêza ji Covîd-19’ê jî bê dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN