Kurmikê 46 hazar salî ji nûve zindî kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 6 Tebax 2023 - 02:27

Permafrost ango erda qeşa girtî ya Sibrîyayê ji bo şopa nebat, heywan û mîkroorganîzmayên piçûk platoyeke bi xêr û bêr e. Gotareke nû ya ku di PLOS Genetics de hatiye weşandin balê dikşîne ser agahiyên nû. Zanyaran da zanîn ku wan hin kurmikên gilover ên 46 hezar salî ku di bin erda qeşa girtî de bûn ji nûve zindî kirine û her wiha hinek ji van kurmikan di taqîgehan de dîsa ji nûve çêkirine.

Beriya vê lêkolînê haya ti kesî ji “kurmikên gilover” tine bû û lêkoleran ew weke “Panagrolaimus kolymaensis“  binavkirin. Ev kurmikên gilover bi awayekî xerîb xwe xistin rewşa ku “kriptobiyoz” jê re tê gotin û heta îro di bin erda qeşa girtî de man. Ev rewşa “kriptobiyoz” rewşeke taybet e, dema heywan dikevin vê rewşê çawa ku mirî bin lê ew ne mirî ne û di vê rewşê de salên dirêj zindî dimînin. Dema ku şert û merc ji bo wan guncan dibin û her wiha derfetan dibînin dî ji vê rewşê derdikevin û dijîn.

Ji bo siberojê hêviyê dide

Xebatên bi vî rengî berê jî pêk hatin. Yanî ev ne cara yekem e ku kurmikek qeşa girtî ji nûve tê zindî kirin. Lê xebata dawî ji ber ku kurmikên herî kevn ango ên beriya 46 hezar sal berê zindî kiriye yek ji wan xebatên herî girîng e. 

Di vî zemanî de zindîbûna kurmikên gilover ji bo siberojê hêviyê dide. Newasim jî ji bo rewşa germahiyê û krîzên avûhewayê yên di salên dawî de diqewimin. 

SIBÎRYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.