Bi ‘aqilê çêkirî’ kîmonoyan disêwirîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 28 Mijdar 2022 - 03:30

Kîmono yek ji wan cilûbergên sembol ê çanda Japonî ye. Ew bi gelek awayan tê sêwirandin û cureyên wan gelek in. Sêwirmenda Japonî Carolina Kawakubo a ku niha li Elmanyayê dimîne, cilûbergên Japonî bi formên cuda ji nû ve şirove dike. Tiştên ku wê bi awayekî dijîtal hazir kirine, weke tabloyên xweşik tên xuyanê. 

Kawakubo, ev qederê 10 salan e ku bi vî hunerî daketiye û kîmonoyan disêwirîne. Carolina Kawakubo ji bo van berhemên xwe ji bernameya “Midjourney” sûd werdigire. Bernameya Midjourney, bernameyeke aqilê çêkirî ye. Li gorî metnên ku tên nivîsandin ew ji we re berhemekê hazir dike û weke dijîtal çap dike. 

Di portfolyaya Kawakubo de ji van berheman gelek hene. Ew vî hunerî wiha dinirxîne, “Ez dixwazim estetîka Japonî ya bêhempa bi hin hêlên din ên estetîkê ve girê bidim. Ez hin hêmayên kevn ên hunerê û hinên futurîstîk tevlî hev dikim. Di xebatên min de bêhtir rengên zindî li pêş in. Kîmonoyên ku çêdikim, weke xweşikbûneke klasîk tên xuyanê lê di heman demê de bi awayekî nûjen jî bala xelkê dikşînin ser xwe.”

Kawakubo dema van wêneyên xwe bi bernameyê dide hazirkirin, ji huner û çandên din jî bandor lê dibe, û bi vî awayî hin aksesuaran li fîgûrên xwe zêde dike da ku xemla wan xweşiktir xuya bibe. 

BERLÎN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.