Hunermenda aqlê çêkirî, Ai-Da ku weke robotekê hatiye sêwirandin li parlamena Ingilistanê bi parlamenteran re hevdîtinek kir û bersiva pirsa “Di siberojê de bandora teknolojiyê ya li ser huner dê çawa be?” da.
Aidan Meller robota bi navê Ai-Da sêwirandiye. Ew tevî robota xwe çû serdena parlamena Ingilistanê û xwest Ai-Da bi xwe pirsên derbarê siberoja teknolojiyê de bibersivîne. Ai-Dayê behsa peywira afirîner ya teklonojiyê kir û got, teknolojî wê siberojê ji bo huner gelekî bibe alîkar.
Ai-Da wiha dewam kir, “Her ku hunermend ji bo xwe îfade bikin, riyên nû yên bikaranîna teknolojiyê bibînin û kifşên nû bikin, peywira teknolojiyê ya di navbera civak û çandê de ewqas xurt dibe. Afirîneriya hunerî bi destê teknolojiyê dê siberojê were merheleyeke din.”
Her wiha Ai-Da bi bîr xist ku teknolojî ji bo hunermendan hem fersend û hem jî tehdît e! Ai-Da bi saya kemerayên xwe yên ku di çavên wê de hatine bicihkirin, derûdora xwe nas dike û li gora wê helwêstê nîşanî bertekan dide.
Robot Ai-Da sala 2019’an, pi pêşengiya Aidan Meller, li Zanîngeha Oxfordê ji hêla çend zanyaran ve hatibû çêkirin. Ai-Da di Bienela Venedîkê de portreyekî Elîzabetha duyem jî çêkiribû.
LONDON