Xwînaçêkirî neqlî mirovan kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 9 Mijdar 2022 - 04:48

Li Ingilîstanê zanyaran cara pêşîn xwîna ku li laboratûvarê çêkiribûn, neqlî mirovan kir. Li gorî gelek pisporan, ev gav wê ji bo dermankirina nexweşiyên wekî talasemiyê avantajeke mezin be.

Li Ingilîstanê zanyaran xwîna ku li laboratûvarê hatiye çêkirin, di çarçoveya xebateke klînîk de neqlî mirovan kirin. Test wê werekirin ku vê xwîna bi qasî kevçiyê xwarinê wê di bedena mirovan de roleke çawa pêk bîne. Ev xebat ji bo hilberandina cûreyên xwînê yên ku kêm tên dîtin, hatiye destpêkirin.

Profesor Ashley Toye yê ji Zanîngeha Bristolê diyar dike ku hinek cûreyên xwînê hene ku pirr kêm in. Ew dibêje, xwîna bi cûreya Bombayê ya ku li Hindistanê tê dîtin, li Ingilistanê bi tenê sê unîte hene.

Toye diyar kir ku ew hewl didin vê xwîna ku çêkirine, veguherînin xwîna pêwîst û êdî jê re mekanîzmayeke hilberînê ava bikin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.