Ji mêjiyokan kompûterên biyo!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 1 Adar 2023 - 00:31

Pêşniyazeke nû ya hin zanyaran heye, ew dibêjin, bila mejiyokên (minibrains) ji şaneyên kok tên çêkirin, ji bo avakirina kompûterên nû yên biyolojîk bên bikaranîn. Ev kompûterên organoîd, dibe ku dûrî roja me bin, lê meseleya esas jî ji xwe etîk e.

Zanyaran ev pêşniyaza xwe doh di kovara Frontiers in Science de eşkere kir. Li gorî vê pêşniyazê, dibe ku mirov karibin mejiyokan rojê bi hev ve girêbidin da ku weke kompûtereke xurt a biyo bixebitin. Zanyarên ji disîplînên cihê ji bo vê pêşniyazê xebitîne. Ew dibêjin, komên şaneyên mejiyê mirovan ên ku li labaratuwaran ji şaneyên kok hatine çêkirin, dikarin weke teçhîzata biyolojîk ji bo karibe ji heqî karên zehmet ên hesab derkevin, bên bikaranîn. Ew vê meydanê jî weke Aqlê Organoîd bi nav dikin.

Yek ji wan zanyaran, profesorê mîkrobiyolojiyê li Zanîngeha John Hopkinsê dibêje, “Helbet kompûterên xwe disipêrin silîkonê baştir karên hejmaran dikin, lê mêjî jî di warê hînbûnê de baştir in.”

Pirsa etîk a çêkirina vê teknolojiyê

Organoîdên mejî piçûk in. Ew ji şaneyên li labaratuawê çêkirî tên avakirin û texlîdê mejiyê mirov dikin. Lê ew ji mejiyê mirov ê mezin besîttir in.

Ev mejiyokên organoîd, sala 2013´an hatin çêkirin ji bo bikaranîna di dermankirina nexweşiyên weke Alzheimer, Parkinson û Zîka. Wan ev li ser cirdan ceribandin da ku şaneyên nexweş biedilînin yan jî şûna wan bigirin. Hîna nû jî li labaratuwarê ew hatin hînkirin ku bi lîstika “Pong” bilîzin.

Mejiyok rêyeke nû didin ber ilmê kompûterê: kapasîteya mejî ya qeydkirina 2 hezar û 500 tera bytan heye. Yanî teknolojiya me ya niha li sînorên xwe yên dawiyê sekiniye, û heger bixwaze kompûterên gelekî xurttir ava bike, ev teknolojî rê li ber vedike.

Lê meseleya esas li vir ne karîna avakirina van kompûterên organoîd e, lê belê zanyar difikirin ku bi organoîdên bi hev ve girêdayî wê piştî astekê bibin xwedî wê behreyê ku biaqil bin. Ev jî pirsên exlaqî yên li ser çêkirina van kompûteran derdixe pêş.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.