Hêza leşkerî di têkiliyên navneteweyî de

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:03

Berî bîst salan, heger pirsa "Gelo hêza leşkerî hîna jî mifteya ewlehiya navneteweyî ye?" bihata kirin, gelek siyasetvan dê bersiva “na” bidana. Li pirraniya cîhanê, bawerîyek bi pêş ketiye ku mifteya ewlehiya navneteweyî di aîdbûna demokrasiyeke lîberal de ye. Serdestiya siyasî û leşkerî ya demokrasiya welatên rojava bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de bê dijber bû. Pevçûnên ku li cîhanê derketin, ne xuya bûn û ne hebûnî bûn.

Rabûna Çînê, hêza leşkerî dîsa anî rojeva cîhanî. Şerê li Ukraynayê, ew kesên ku ew weke bermahiya rabihuriyê dihesibînin, hişyar kir. Şerê li Ukrayna dewlet neçar kirin ku têgehên kevnar ên wekî kapasîteyên seferberiyê û potansiyela leşkerî bînin bîra xwe. Vê şerî, bipêşveçûna teknolojiya leşkerî bi fînansekirina bêhempa û tevlîbûna çavkaniyên hêzên leşkerî yên pêşeng ên cîhanê bi lez kir.

Hevrikîya jeopolîtîk a heyî, eşkere cîhanê ber bi avakirina du "ekosîstemên teknolojîk" ve dibe - Emerîkî û Çînî. Pêşbazî di navbera van pergalan de jixwe bi pêş ketiye. Ev hevrikiya jeopolîtîk, şiklê şerê platform û standardan digire. Ji bilî têkoşîna ji bo dewlemendîya enerjî û mîneralan, pêşbaziyek heye ji bo rêyên veguheztinê (di nav de Rêya Deryaya Bakur), rêwîtiyên fezayê û bandên frekansa radyoyê ji bo ragihandina satelîtê. Kategoriya malên nakok, standardên ragihandinê yên navneteweyî (5G, û di pêşerojê de - 6G), daneyên mezin, arşîvên daneyên kesane, û mafên milkiyeta rewşenbîrî vedihewîne. Pêşbaziya ji bo çavkaniyên mirovî, dikare bibe qada "çalakiyên şer" ên aştiyane.

Niha dinya veguheriye rewşa rûbirûbûna du sîsteman. Tê de hêza leşkerî hem ji bo pêşbaziyê û hem jî ji bo lihevkirinên gengaz, dibe bingeh. Ev yek bi zêdebûna lêçûnên leşkerî, gotinên tund ên doktrînên leşkerî, nîşanên pêşbaziya çekan, rêbazên nû yên zexta aborî û darayî, û zêdekirina tevlêbûna pargîdaniyên sivîl di projeyên leşkerî de diyar dibe. Alî, li hemberî pevçûnên leşkerî yên muhtemel, yan jî ji bo zêdekirina şansê pêkanîna armancên xwe yên siyaseta derve di peymanên siberojê yên li ser ewlehiya herêmî û cîhanî de "hêza xwe ava dikin".

Teknolojî û pratîkên serdema dîjîtal şoreşa berevanî û ewlehiyê dikin. Şerê sedsala XXI’ê dê bi leza makîneyan were kirin, û leşker neçar in ku bilezînin ku teknolojiyên nûjen bi kar bînin da ku serweriya stratejîk biparêzin.

Damezirandina leşkerî ya cîhanî, guman nîne ku di siberojê de şer dê bi wesayîtên bê mirov li bejahî, li ser avê, di bin avê û li hewayê de were kirin. Mantiqa bipêşketina teknolojîk rê li ber vê yekê vedike ku robotên şerker dê serbixwe biryara êrişê bidin; ev yek jî dibe sedema nerazîbûna civaka cîhanî. Ya hêj xemgîntir teknolojiyeke din e, hîna nû peyda dibe, lê dikare bibe biharek ji bo şer: hesabkirina quantum. Welatê ku vê teknolojiyê li pergalên şer ên robotîk ên bi aqlê çêkirî bi kar tîne, dibe ku avantajeke diyarker bi dest bixe.

Welatên ku di bipêşketina teknolojîk de bi paş ve mane, dê neçar bibin ku xwe bispêrin awayên herî nemirovane yên wêrankirinê da ku ewlehiya xwe misoger bikin: Çekên nukleerî, dijî-satelît, sîber û dibe ku çekên biyolojîk jî bi kar bînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.