Zanyar û pêşengê ronesansê Leonardo da Vinci, di sala 1490’î de xêza xwe ya navdar a bi navê “Mirovê Vitruvius” çêkir. Ev berhem wekî yek ji berhemên herî zêde lhatiye lêkolînkirin û herî nepenî yên dîroka hunerê tê hesibandin. Lêbelê, sedema nîsbetên (oran) li pişt vê xêzkirina îkonîk bi sedsalan wekî sirekê maye.
Bijîşkê diranan yê navenda Londonê Rory Mac Sweeney, bi pêşniyaza ku ev sir di nav lingan de veşartî ye, di cîhana zanist û hunerê de dengekî mezin derxist. Li gorî xebata wî ya ku di kovara Journal of Mathematics and the Arts de hate weşandin, sêgoşeyekî wekhevî yê veşartî di navbera firehiya lingan û bilindahiya navikê de, dibe ku mifteya nîsbeta ku da Vinci bikar aniye be.
Nîsbeta 1.633 û avahiya tetrahedral
Mac Sweeney diyar dike ku di notên da Vinci de wisa hatiye gotin: “Eger hûn lingên xwe vekin û destên xwe ber bi jor bilind bikin… valahiya di navbera lingan de sêgoşeyekî wekhevî çêdike.” Mac Sweeney di gotara xwe de eşkere kir ku di navbera bingeha vê sêgoşeyê û bilindahiya wê de nîsbetek nêzî 1.64 heta 1.65 heye. Ev nîsbet, pir nêzî nîsbeta tetrahedral (1.633) e ku di sala 1917’an de hate diyarkirin.
Nîsbeta tetrahedral, nîsbetek geometrîk e ku bi rêzkirina çar kureyan bi awayekî herî nêzîk di forma pîramîdê de tê bidestxistin. Ev nîsbet, ji avahiyên krîstal bigire heta sîstemên biyolojîk, di gelek avahiyên xwezayê de rêkûpêkiya herî baş peyda dike.
Nîsbeta gerdûnî ji hestiyê çeneyê heta laşê mirov
Mac Sweeney bibîr dixe ku nîsbetek wisa di sêgoşeya Bonwill de, ku ji sala 1864’an ve di diranan de tê bikaranîn, jî tê dîtin. Di vê sêgoşeyê de, ku fonksiyona herî baş a hestiyê çeneyê yê jêrîn diyar dike, nîsbeta 1.633 jî derdikeve holê.
Li gorî lêkolîner, ev wekhevî ne tesaduf e. Mac Sweeney diparêze ku anatomiya mirov, mîna avahiyên krîstal û mîneral ên di xwezayê de, li gorî prensîbên geometrîk pêş ketiye û dibêje: “Leonardo, dibe ku bi sezgî qanûnên matematîkî yên avahîsaziya gerdûnê di laşê mirov de hin tiştan dabe famkirin.”
Ma da Vinci bi hîsên xwe qanûnên gerdûnî keşf kir?
Xebat hêj ji aliyê cîhana zanistî ve bi awayekî berfireh nehatiye pejirandin. Lêbelê, behskirina sêgoşeya wekhevî di notên da Vinci de nîşan dide ku forma geometrîk a ku wî di nav gavan de bi cih kiriye bijardeyek bi zanebûn e.
Rory Mac Sweeney destnîşan dike ku da Vinci ne tenê hunermendek bû, lê di heman demê de zanayek bû ku bi hîs û rastiyên bingehîn ên xwezaya matematîkî ya gerdûnê li hin tiştan dinihêrî û lê dikola.
NAVENDA NÛÇEYAN