- Çîroka Genjî ya Murasaki Shikibu, ku zêdetirî hezar sal berê hatiye nivîsandin, wekî romana yekem a cîhanê ku bi awayekî xeyalî (fiction) hatiye nivîsandin tê qebûlkirin. Ev roman yek ji wan romanan e ku “destê jinê” pê bûye û xwedî şêwazeke balkêş e.
Gelek kes tabletên Kîşê yên ji Sûmeran mane -ku 5 hezar û 500 sal berê, di serdema Ûrûkê de hatine çêkirin- wekî nivîsên nivîsî yên herî kevn ên cîhanê dihesibînin. Her wiha serpêhatiya Gilgamêş jî yek ji wan nivîsên destpêkê ne ku weke pexşan hatiye nivîsandin. Piştî vê tabletê formên nivîsê guherîn. Ev form bi awayekî helbest, destan û çîrok xwe nîşan didin. Lê belê, romanên ku em bi vî awayî nas dikin, bi dirêjahiya xwe ya berbiçav, û vegotinên xeyalî bi awayekî bi temamî yekta (rêkûpêk) paşê derketine holê. Bê guman, binavkirina romana yekem a cîhanê bi awayekî tam dijwar e, lê bi gelemperî tê qebûlkirin ku “Çîroka Genjî” yek ji wan romanên destpêkê yên cîhanê ye.
Serpêhatiya prensekî vedibêje
Zêdetirî hezar sal berê, di serdema Heianê (794-1185) de, ku ev serdem di lûtkeya xwe de bû, “Çîroka Genjî“ ji hêla Murasaki Shikibu ve, ku di wê demê de li qesra Japonî wekî nedîme kar dikir, hate nivîsandin. Çîroka ku wergera wê hatiye kirin (bi
zimanê Ingilîzî, 1300 rûpel e) behsa jiyana Prens Genjî yê nazik û karîzmatîk dike. Di pirtûkê de gelek serpêhatiyên wî yên romantîk cih digirin ku hemû jî di serdema 11’an a Japonyayê de dibuhirin.
Abîdeyeke girîng a wêjeyî
Melissa McCormick, ku li Zanîngeha Harvardê profesorê huner û çanda Japonî ye, ji BBC re got: "Murasaki Shikibu di şêwazekî wêjeyî de ku di wê demê de pir kêm dihat nirxandin nivîsandibû. Ev berhem abîdeyeke girîng a wêjeyî ye. Murasaki nivîsa xwe bi forma nivîsê ya fonetîk a nû ya bi navê “kana” nivîsandibû. Ev, di wê demê de bi gelemperî bi wêjeya jinan re têkildar bû, şêweyekî herêmî bû. Kana, di heman demê de, ji zimanê akademîk ê qesrê û wêjeya bi prestîj, ku her du jî bi tîpên Çînî an jî kanjî dihatin nivîsandin û bi gelemperî xwendineke taybetî dixwest, cihêbûneke berbiçav nîşan dida.
Pergala ‘Destê jinê’
John T. Carpenter, ku li Muzeya Hunerê ya Metropolitanê kuratorê hunera Japonî ye, got: "Jinên wê demê bi zimanê herêmî dinivîsandin, loma wan dikaribû bi awayekî bi bandor xwe îfade bikin. Bi rastî, pergala nivîsê ya ku wan bikar dianî wekî 'onna-de' dihat binavkirin; ev jî bi maneya rast a peyvê 'destê jinê' bû." Ji bilî şêwaza kana ku “Çîroka Genjî” pê hatibû nivîsandin, ew berhemeke “fiction” bû. Ji ber bi şêwazeke xeyalî ya wêjeyî hatibû nivîsandin ku di wê demê de ne ewqas populer an jî bi rûmet bû, berhem weke berhemeke “kêm” dihat nirxandin!
Karakterên ku di rûpelan de hilnayên!
McCormick wiha lê zêde kir: "Şêwaza kurgu (pevxistî) di hiyerarşiya cureyên wêjeyî de di binî de bû. Lê wê di warê wêjeyê de şaheseriyek wisa bêhempa afirand ku diviyabû bi bi awayekî cidî were nirxandin.” Her wiha karakterên romanê jî, li gorî McCormick, hestek "navxweyî" ya ku berê nehatibû dîtin pêşkêş dikirin. McCormick got: "Cara yekem, bi rastî karakterên ku ji rûpelan derdiketin hebûn. Ev, bi saya cureyeke nivîsê bû ku dihêle hûn ramanên karakteran hîs bikin."
Tevî ku di ser niviîsandina vê çîrokê de sedsal derbas bûne jî, ev karakter hîn jî "ji rûpelan derdikevin” ango di rûpelan de hilnayên. Ji ber vê yekê, pir normal e ku ”Çîroka Genjî” wekî yek ji berhemên vegotina xeyalî ya herî xweşik, nazik û balkêş ên dîrokê bi domdarî were pesinandin.
NAVENDA NÛÇEYAN