Huner bangek kolektîf e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Kanûn 2025 - 00:08

Sînan Hezer ku hunerê weke şêweyek berxwedanê dibîne, bi zimanê sembolan çîrokên tepisandî nîşan dide.

Hunermendê Kurd Sînan Hezer qala berpirsyariya temsîliyeta hunerê, pêwîstiya bi hilberîna kolektîf, şerê estetîk û polîtîkayê û hêviyê weke stratejiyekê dinirxîne. Hunerê weke bibîranîn, vegotin, berxwedan û qadeke exlaqî ya mayina bi hev re pênase dike.

Li ser berxwedana di pratîka hunerî de Sînan Hezer got, "Ji bo min berxwedan ne tenê rabûna li ber e, yan jî rexnekirin e. Berxwedan israra wê yekê ye ku ya nayê dîtin nîşan bide. Jinûve geşkirina çîrokên tepisandî û bêdengkirî, zindîkirina hişê li ber tinekirinê ye. Di hunera min de berxwedan 'nerazîbûnek' nîne, şêweyekî dewamkirinê ye, israra li ser hebûnê ye. Dema ku firçeya xwe digerînim, dibêjim 'Ez li vir im, em li vir in, çîroka me neqediya ye', dewam dike. Dîroka gerdûnî ya hemû neteweyan bi vî rengî xurt dibe."

Sînan Hezer li ser girîngiya sembolan a di berhemên xwe de bi vî rengî vegot, "Sembol ji bo min weke 'zimanekî veşartî' ne. Tiştên ku yekser nikarim bibêjim, dema ku gotin bi rîsk be û vegotin kêm bihêle, sembol derdikevin holê. Çivîkek, bedeneke birîndar, heywanek, valahiyek, gerîlayeke jin a dimeşe... Ev hemû işaretê bi çîrokekê, bi jiyanê dike. Bi dîtina min hin sembol parolaya jiyana di bin zextê de ye; ji temaşevan re dibêje, 'Ya te nedîtiye bibîne, ya te ji bîr kiriye bi bîr bîne'. Her hunermendek ku hunerê hildiberîne, li pey parolayekê, li ber nirxandin, şîroveyekê dikeve. Ez jî yek ji wan im. Di hin sembolên xwe de bi zanebûn balê dikişînim ser vegotinên gelê Kurd, neqşên li ser tejikan û zimanê bedenî yê kevneşop. Ev yek ne nostaljiyek e, nîşandana dewamiya hebûnê ya li ser koka xwe ye."

Di dewamiya axaftina xwe de Sînan Hezer nêzîkatiya hunerî ya kolektîf vegot û got, "Hunera kolektîf ji bo min ne tenê karkirina bi hev re ye. Tê wateya fikirandina bi hev re, êşa bi hev re, xurtkirina hevdu. Kolektîfî hevkariyeke berpirsyariyê ye. Ji bo hunermendên li sirgûnê yan jî di bin zextê de hunerê dikin kolektîfî li dijî tenêtiyê tevneke piştevaniyê ye. Di nava vê tevnê de parvekirin, axaftin, nîqaş û bibîranîn heye."

Sînan Hezer ji bo parastin û zindîhiştina hişê bang kir û got, "Ne weke xemlekê weke amûreke piştevaniyê, maleke bîranînê, qadeke berxweedanê em xwedî li hunerê derikevin. Ji kîjan welatî, ji kîjan zimanî, di nava kîjan şert û mercî de dibe bila bibe, em bibin dengê hev, soz bidin hev û mil bidin hev. Ji ber ku dema me bi hev re hilberand, bi hev re bi bîr anîn, bi hev re li ber xwe dan ev çîrok dikare ji tinebûnê rizgar bibe."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.