Hunermend pêşengên vê demê ne

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Çile 2026 - 02:00

Dema ku êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker dewam dikin, Awazê Çiya ku bi berhemên xwe berxwedana gelê Kurd ji cîhanê re radigihînin, got “Rojava Rûmeta me ye” û berxwedana gel a li Rojava silav kir. Komê strana ku çêkirine, diyarî hemû şehîdan kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Awazê Çiya de hate destnîşankirin ku gelê Kurd yej ji gelên herî kevnar ên Mezopotamyayê ne û wiha hate gotin: “Me li ser van axên pîroz bi awakî komînal, kolektîf û bi pir rengiyê jiyanek saz kiriye. Lê pergala faşîst a ku tene berjewendiyê xwe difikire, bi êrişên xwe yên dawiyê yên li ser gele Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê van pîroziyan yek bi yek bin pê dike û tune dike. Dixwaze civaka mirovahiyê li ser rûyê erde xelas bike.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi gavên ku Rêber Apo ji bo Aştî û Civaka Demokratîk avêtine hat kirin û wiha hate gotin: “Rêber Apo ji bo civaka aştî û demokrasiyê pêngavên dîrokî avêt, lê hişmendîya faşîzma heyî û hêzên hegemon bi çeteyên xwe yên dest bi xwîn li Rojhilata Navîn û li ser gelê Kurd dest bi êrişa têkbirina vê pêvajoyê kirin. Civaka Kurd li hember van êrîşan bi hêza civakê, bi hêza şervanên azadiyê, berxwedan û têkoşînê bi rihek azadîxwaz di yek bedenê de anî ba hev. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd û gelen Kurdistanî li ser piyane, yêkitiya civakbûnê bi rihek fedayane li darxistine. “

TEVÇAND bi hêza xwe li gel Rojava ye

Awazê Çiya bi bîr xist ku hunermendên di bin sîwana TEV-ÇAND’ê de rûmeta gelê Rojava diparêzin û wiha got: “Hunermendên azadîxwaz û demokratîk pêşengên vê deme ne. Çawa ku gelê me sînor qetandin, deriyên heyî ruxandin, xwe gihandin berxwedana rûmetê, çawa ku hunermendên TEVÇAND’ê li Rojava bi hemû hêza xwe niha di nava berxwedaniyê de ne hem bi deng, hem bi saz, hem bi çeka xwe rûmeta gele xwe diparêzin, hemû hunermendên Kurd jî bi berhem, xebat, têkoşîn û serhilderiya xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.”

Em Awazê Çiya bi deng û muzîka xwe bi çek û bi ruhê xwe, bi bedena xwe, bi kar û xebata xwe, bi gelê xwe re ne, heyanî em serkeftinê û azadîyê misoger nekin em ê tekoşîn û berxwedan xwe bi hemû rengan bimeşînin. Em li ser vê xakê her hebû û emê her hebin. Bi rihê pêşengtî, têkoşîn û berxwedaniya Rêber Apo emê civaka mirovahiyê bi pêşengtiya jin, ciwan, û hunermendên azadîxwaz bibin serkeftinê.”

‘Ew ê dijmin têk biçe’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê hesaba êrîşên li dijî gel werin bipirsîn û wiha hate gotin: “Dagirkerî û çeteyên ku di ser gele me de tên, goristanên me hildiweşînin keziyên me jê dikin me di qata sêyan de diavêjin, cenaze me dişewitînin, wê têk biçin! Tola vê misqal bi misqal wê were hildan. Serkeftin ya gelane.

Dile me yeke, cenga me yek e, li hember neyaran hêza me yeke, îro li Kurdistanê dema cenga rûmete ye.Wê berxwedaniya gelê Kurd bi ser bikeve. Bîjî berxwedana gele Kurd. Bîjî berxwedana Rojava, Bimre dagirkerî.”

Awazê Çiya di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku ew stranê xwe diyarî şêhîdên berxwedanê, gelê Kurd û hemû kes û gelen ku di cenga rûmetê de cîh digrin dikin. “

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.