Îro roja yekitiya Kurdan e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:00

  • Hunermendên Kurd bal kişandin ser girîngiya yekitiya gelê Kurd di vê pêvajoyê de li dijî êrişên li Rojavayê û gotin:"Roj roja me ye, roj roja yekitî, biratî û azadiyê di nav gelê Kurd de ye."

Dema ku êrişên HTŞ, DAÎŞ û çeteyên dewleta Tirk berdewam dike, gelê Kurd cara yekem e li çar parçeyan û li Ewropayê, ew li dijî êrişan ewqas bûne  "yek dil". Gelê Kurd ku di êrişên berê yên li ser Kobanê de jî heman piştgirî nîşan da, dibêjin ku yekitiya neteweyî ji bilî hilbijartinekê pêwîstiyek e, ji ber ku ew piştî salan dîsa bi metirsiya jenosîdê re rû bi rû ne.

Hewldanên yekitiyê yên ku gelek caran hatin ceribandin jî nehatin encam dan, bi taybetî piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO dîsa xurt bûn. Lê belê bi taybetî bi êrişên li ser Helebê û piştre jî Rojava, ji her qad û meydanê peyamên yekitiyê tên dayîn. Kurd niha dixwazin formula "2+2=1" were bicihkirin. Hunermendên ji çar beşên Kurdistanê ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn bang li gelê Kurd kirin ku li hemberî van êrişan bibin yek.

Çi pêwîst be divê bê kirin 

Kemanjen Alen Arif ku ji Başûr e, silav da berxwedana ku didome û got:"Em bi we re ne. Êrişa li ser yek ji çar parçeyên Kurdistanê êrişeke li dijî me ye û em ê ji bo pêşîgirtina li vê yekê çi ji destê me tê bikin. Em di xizmeta we de ne di her tiştê ku divê em ji bo welatê xwe bikin. Bawer bin, şervan, jin û mêr; îro li Kurdistanê yekitî heye. Îro hemû Kurd yekgirtî ne. Piştrast bin, em ê bigihîjin armanca xwe.” 

Em ê mafên xwe bidest bixin 

Kijan Îbrahîm Xeyatê ji Rojhilatê diyar kir ku cihê Kurdistanê di dilê wê de ye û got:"Heke bipirsin, 'Kurdistan wida bûye?', bersiva min ji wan re ev e; Kurdistan di dilê min de ye. Kurdistan welat e, bi salan e heye û îro bi milyonan Kurd dijîn. Gelê Kurd berevajî gelên derdora xwe xwedî çand, ziman û dîroka xwe ye. Lê mixabin erdên me parçe parçe bûne. Ev ne adil e; Cîhan li hemberî parçebûneke wiha ya mafên me ne adil e. Niha Rojava Kurdistan birîndar e. Ji ber ku edalet nîn e, divê gelê me bibe yek û yekitiya xwe ava bike li dijî vê rewşa li dijî welatê me xwedî yek deng be. Em ê mafên xwe bi destên xwe bistînin."

Bihayê parçebûnê jenosîd e 

Hunermendê Bakurî Denîz Deman diyar kir ku gelê Rojava bi qetlîamê re rû bi rû ye û got:"Me di seranserê dîrokê de berdêla bêrêxistinî û perçebûnê bi komkujî, sirgûn û qirkirinan da. Mixabin, ev rastiyek dîrokî ye. Îro yekitiya neteweyî ji bo gelê Kurd ne tercîhek e, lê pêdiviyeke hebûnê ye. Dîrok û konjonktura ku em tê de ne bi zelalî vê ferz dike. Pêwîst e gelê Kurd helwesteke hevpar, îradeya hevpar û xeta hevpar a parastinê ava bike. Îro, fersendek dîrokî li pêşiya me ye. Gelê Kurd li seranserê Kurdistanê bi heman hest, heman îrade û heman daxwazan ji bo Rojava li ber xwe dide. Wijdan, hişmendî û îradeya gelê me êdî di vê xalê de yekgirtî ye. Ev ruhê hevpar bi zelalî nîşan dide ku yekitiya neteweyî êdî gengaztir e. Divê Kurd li dora yekitiya neteweyî bi hesta berpirsyariya dîrokî bibin yek."