Bi tabloyan balê dibe ser jîngehê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 00:19

Li Helebceyê Şêwekar Husna Hewramî ji bo balê bikşîne ser parastina jîngehê pêşangehek ji paşmahiya gulupên şewitî û şûşeyan pêktê, vekir. Husna got ku ew yekem kese li ser asta Herêm û Iraqê pêşangehek bi vî rengî diveke.

Li Rêveberiya Giştîya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek hunerî û jîngehî ji bo karên dest a hunermend Husna Hewramî hat vekirin.

Di derbarê vekirina pêşangehê de Husna Hewramî ji ajansa me re axivî û got: “Îro pêncemîn pêşangeha min bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlebceyê hatiye vekirin. Pêşangehên min ji wan kelûpelên ku welatî diavêjin û bikarnayîn pêktên. Ez wan kelûpelan tînim vedigerînim tiştên hunerî. Îsal jî min paşmahiyek din bikaraniye, ewjî bikaranîna 300 gulupên ku şewitîne li gel 50 şûşeyên şerbet û pepsiyaye. Min hin parçeyên qumaş jî bikaraniye. Min ji van kelûpelan kariye 285 berhemên hunerî amadekim û divê pêşangehê de nîşandim.”

Di dewama axaftina xwe de Husna Hewramî da diyarkirin ku ew yekem kese li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê bi paşmahiyên gulupên şewitî karên hunerî çêdike.

Her wiha Hewramî diyarkir wê li ser her tabloyekê barkodek daniye, her kesek wî barkodî lêde, wê bikare guhdariya stranek gelêrî ya Kurdî guhdar bike.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.