ANDI tesîra germbûnê nîşanî dide

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 17 Hezîran 2023 - 02:02

Robotê bi navê ANDI ku ji hêla zanyaran ve nû hatiye çêkirin, eynî weke insanan bêhna xwe dide û distîne, xwê dide, dimeşe û dilerize. Zanyaran da zanîn ku wan ev robot ji bo bandora germbûnê ya li ser insanan baş fêm bikin, çêkiriye. Her wiha wan got, heta niha robotekî bi vî rengî nehatiye çêkirin. 35 cihên kontrolkirinê li ser robot ANDI hene. 

Fîrmaya bi navê Thermetrics a Emerîkî ev robot çêkiriye da ku lêkolerên li Zanîngeha Eyaleta Arîzonyê jê sûdê wergirin û li ser bixebitin. Bi vî awayî lêkoler dê bandora germbûnê ya li ser insanan baştir fêm bikin. Ev xebat her wiha dê bandora radyasyonê ya li ser insanan jî derxe holê. 

Robotê bi navê ANDI di vî warî de tekane ye, ew li derve jî dikare bixebite. Lêkolerê bi navê Rykaczewski got; “Ji bo germbûna zêde mirov dikare gelek tiştan bike, gelek tişt hatine kirin jî lê wekî din gelek tişt jî kêm mane di vî warî de. Ji bo em tesîra germbûnê ya li ser insanan baş lêkolîn bikin ev robot nimûneyeke baş e. Em dikarin bi vî awayî li ser tesîra germbûnê hûr bibin û encamên balkêş derxin holê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.