Li paytexta Awustralyayê, Canberrayê bûyerek qewimî ku heta îro di dîroka tibê de nehatibû dîtin. Cerahê mejî li nexweşxaneya Canberrayê, Harî Priya Bandî, ji mejiyê jinekê kurmekî 8 santîmetreyan dirêj derdixe. Ew bi telefonê ji pisporê nexweşiyên ji ber înfeksiyonê yê li heman nexweşxaneyê, Dr. Sanjaya Senanayake re dibêje, “Xwedêwo! Min beriya bi çendekî di mejiyê vê jinê de kurmek dît, zindî ye û nasekine!”
Ev kurmekî parazît bû, lê esas ew kurm hîç bi mirovan re peyda nabe. Ew kurmê parazît bi marên pîton re peyda dibe. Nexweşa 64 salî ji ber semptomên parazîtan Çileyê 2021´ê çûbû nexweşxaneyê. Lê sala 2022´yan li semptomên wê bîrokebûn û depresyon jî zêde bû. Piştî ku laşê wê bi MR´ê hat scankirin, kurm xuya bûye.
Kurmî ji pisporekî re dişînin û ew jî ecêbmayî dibêje, “Ev Ophidascaris roberts e.” Yanî bi vê bûyerê re, ev cara pêşî ye ku ev parazît li cem mirovan hatiye dîtin. Ji ber ku jina 64 salî nêzî golekê giya û pincar kom dikirin û li wir pîton jî gelek in, li gorî texmînan vî kurmê parazît ji van pincar û gihayan vegirtiye wê.
CANBERRA