Di salekê de 150 aktivîst hatine kuştin!

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 17 Îlon 2025 - 15:00

  • Li seranserê cîhanê di sala 2024'an de 150 parêzvanên hawirdorê hatin kuştin, yan jî bi demdirêjî winda bûn.

Li gorî rapora saziya civakî ya sivîl a navneteweyî Global Witness ku roja Sêşemê hate weşandin, piraniya bûyeran li Latîn Emerîkayê bi taybetî jî li Kolombiyayê qewimîn.

Di raporê de hate gotin, di nava sala 2024'an de 146 hawirdorparêz hatin kuştin an jî hatin windakirin. Ev yek tê wateyê ku heftane derdora 3 kes hatin kuştin.

Beriya bi salekê ev rêje di sala 2023'an de 196 kes bû. Lê belê Global Witnessê diyar kir ku kêmbûna vê hejmarê nayê wateya başbûna rewşê, li gelek welatan hejmara rastî hîn zêdetir e.

Kolombiya di serê rêzê de ye

Latîn Emerîka ji pênc parên bûyeran bi çar paran xwedî sicîla herî xerab e û li vê herêmê jî Kolombiya weke welatê herî xetere tê dîtin. Li welêt sala 2024'an 48 aktîvîst hatin kuştin, ku ev hejmar ji sê parên temamiya hejmaran parek e. Di sala 2023'an de li Kolombiyayê 79 bûyer qewimî bûn.

Piştî Kolombiyayê Guatemala, Meksika, Brezila û Filipin tên. Li gorî qeydên Global Witnessê ji sala 2012'an û vir ve 2.253 aktîvîstên hawirdorparêz hatin kuştin an jî winda bûn. ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.