Li Fransayê meş û mitîng

Nûçeyên Cîhan

În 19 Îlon 2025 - 16:10

  • Roja Pêncşemê li zêdeyî 250 deverên welêt meş û mîtîng hatin lidarxistin. 

Çalakî bi banga 8 sendîkayan (CFDT, CGT, FO, CFE-CGC, CFTC, Unsa, FSU, Solidaires) pêk hatin.

Çalakgeran xwestin, dawî li polîtîkaya tund a teserûfê bê anîn, reforma teqawîtiyê bê betalkirin, ji xizmetên cemaweriyê re budçe bê veqetandin, mûçe bêne zêdekirin û di bacê de edalet pêk were. Di gelek pankartan de ev peyam hate dayin: Beşeke girîng a Fransiyan guhertineke siyasî dixwazin. Beşeke din jî sîstemeke bacê ya hîn adil dixwaze.

Li gorî sendîkaya CGT'ê zêdeyî milyonek mirov, li gorî Wezarta Karên Hundir jî 500 hezar kes daketin qadan. Li Parîsê di meşê de ku 55 hezar kes tevlî bûn, rageşiyê rû da. Li gorî Wezareta Karên Hundir li seranserê welêt 309 kes ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û ji wan 134 kes hatin binçavkirin. 22 kes jî di çalakiyan de birîndar bûn.

Xwepêşandan bi taybetî li hemberî budçeya teserûfê hate kirin ku serokwezîrê nû Sebatien Lecornu ji bo amadekirina wê berpirsyar e. Li gorî planê wê 44 milyar euro bê birîn, di sîgortaya bêkariyê de reform bê kirin û alîkariya civakî jî bê kêmkirin.

Muxalefet û sendîka dibêjin, ev polîtîka wê rewşa mirovên xizan hîn nebaş bike.

Çalakiyan bandor li ragihandinê, dibistan û dermanfiroşan jî kir. Wezareta Perwerdeyê diyar kir ku ji sedî 17 ê mamosteyan beşdarî grevê bûn. Sendîkaya herî mezin a li dibistana navîn SNES-FSU diyar kir ku ji sedî 45 ê personelên dibistana navîn û lîseyê beşdarî grevê bûn. Ji 20 hezar dermanfiroşan jî 18 hezar jê hatin girtin.

Tê payin ku sendîka biryara xwe ya têkildarî dewamkirina çalakiyan vê Înê bide.

Tê meraqkirin bê Serokwezîrê nû Lecornu wê bersiveke çawa bide vê çalakiyê û di budçeya 2026'an de guhertinên bi çi rengî bike. Lecornu vê gavê tenê got, wê rojên bê sendîkayan qebûl bike. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.