Bêçare ye sûcên şer dike

Çarşem 31 Çile 2024 - 03:45

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker, ji ber nikare li hemberî gerîla encamê bidest bixe, serî li çekên kîmyewî dide û sûcê şer dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîla Berçem Ûmût, Rustem Arpêt, Şahîn Nûda, Ciwan Minbic û Jiyan Timoqî li Metînayê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîde bûne. Di daxuyaniyê de têkildarî 5 gerîlayên şehîd bûn ev agahî hatin dayin:"Dewleta Tirk a qirker çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne û bi vî rengî sûcên şer dike. Hevrêyên me Berçem, Rustem, Şahîn û Ciwan di êrîşên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer de şehîd bûn. Hevrêya me Jiyan jî di şerê li dijî dijmin qewimî de bi cesareteke mezin şer kir û şehîd bû. Ji ber ku artêşa dagirker li hemberî zekaya taktîkê, pisporiya şer, performansa bilind û cesareta Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xitimî ye, encam nagire û bi karanîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer sûcên şer dike. Ev yek jî bûye îspata herî mezin a bêçaretiya artêşa dagirker. Hevrêyên me Berçem, Rustem, Şahîn, Ciwan û Jiyan bûn şopdarên mîrateya berxwedana destanî ya ku li herêma Metînayê di tunelên şer de bi pêşengiya Rêber, Hêjar, Nûrî û Amarayan hat afirandin. Hevrêyên me di tunelên şer ên li Girê Ortê de car din dîrok nivîsandin. Ev mîlîtanên hêja yên Apoyî bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta PKK û PAJK’ê li dijî êrîşên dijmin, armanc kirin ku bi ser bikevin û bi baweriya ji azadiya gelên me wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji gelên xwe yên Kurd û Ereb ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Bûn dilsozê hevrêyên şehîd

Hevrêya me Berçem li bajarê Colemêrgê di nava malbateke ji eşîra Marînos a welatparêz de jidayîk bû. Sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Berçem bi sekna xwe ya di jiyanê de, hevrêtiya xwe ya xurt û kesayeta xwe ya samîmî bû gerîlayeke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê dixwestin pê re bixebitin. Xwişka wê ya mezin hevrêya me Xwînda Marînos (Aysel Dûman) 20’ê Adara 2018’an li Gabarê şehîd bû. Dewleta Tirk a qirker a ku li hemberî berxwedana hevrêyên me yên li Girê Ortê bê çare ma, rastiya xwe ya hov car din derxist holê û bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer êrîşî tunelên şer ên hevrêyên me kir. Hevrêya me di van êrîşên nemerdane de heta nefesa xwe ya dawî girêdayî mîrateya berxwedanê ma, şehîd bû.

Hevrêyê me Rustem li navçeya Westan a Wanê di nava malbateke welatparêz û dilsozê çand û kevneşopiya Kurdî de jidayîk bû. Xwişka wî ya mezin hevrêya me Bihar di sala 2011’an de li herêma Amedê şehîd bû, vê yekê pir bandor li hevrêyê me Rustem kir. Di sala 2014’an de tevlî nafa refên gerîla bû. Weke şopdarê mîrateya berxwedanê ya ku bi şerê fedayî ya di tunelên şer de hatî afirandin, têkoşîna xwe her roja derbas bûyî mezintir kir û tevî her cure rêbazên qirêj ên dijmin ti carî ji sekna xwe tawîz neda. Di bombebaran û teqînên çêbûne de, heta nefesa xwe ya dawî ji çanda xwe ya berxwedanê tawîz neda û bi lehengî şehîd bû. 

Hevrêyê me Şahîn li navçeya Gimgim a Mûşê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şahîn û hevrêyên wî li dijî hemû çek û taktîkên dijmin li Girê Ortê tunela şer veguherandin kelehên berxwedanê ya îro û di dîroka me ya têkoşînê de çîrokeke nû ya lehengiyê ava kirin. Hevrêyê me Şahîn ê di van êrîşan de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û partiya me PKK'ê re parast. 

Hevrêyê me Ciwan li Minbicê di nava malbateke welatparêz a gelê me yê Ereb de jidayîk bû. Hevrêyê me Ciwan û malbata wî ku di pêngava hêzên azadiyê yên Rojava de ku li ser bingeha fikrên Rêber Apo ji bo azadiya hemû gelên Sûriyeyê têkoşiyan. Hevrêyê me ku ji sekn û têkiliyê hevrêtiyê ya milîtaniya Apoyî bi bandor bû. Hevrêyê me Ciwan, bi biryardariyek mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Ciwan ê ku tevî hevrêyên xwe di tunela şer a ku êrîşên dijmin kêliyekê jî ranewestiya, berxwedaneke dîrokî nîşan da; Bi kesayetiya xwe ya ciwan, dînamîk û zindî di şerê tunelê de roleke girîng lîst. Bi berdêla fedakirina canê xwe nehişt ku dijmin vîna wî bişikîne û di kesayetiya xwe de sekna milîtanî ya Apoyî temsîl kir, heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê felsefeya Rêber Apo û bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd. 

Hevrêya me Jiyan li Êlihê jidayîk bû. Hevrêya me ji eşîra Timoqîyan ku eşîreke bi nirx e gelek zarokên xwe şandine nava refên PKK’ê. Di sala 2015’an de ji herêma Garzanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Jiyan ku di xeta jina azad a PAJK’ê de bû xwedî helwesteke diyar, biryardariyeke mezin bi dest xist û piştre berê xwe da herêma Metîna ku şer li wir dijwar bû. Hevrêya me bersiv da hemû êrîşên dijmin û nîşan da ku wê tu carî rê nede dijmin. Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî de şehîd bû. Bi têkoşîna xwe ji hemû jinên Kurd re bû şervaneke mînak û di rûpelên dîroka têkoşîna me de navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin."

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî:

Berçem Ûmût (Sûzan Dûman), li Colemêrgê jidayîk bûye, 15’ê Mijdara 2023’an li Metîna şehîd bû.

Rustem Arpêt (Orhan Yakût), li Wanê jidayîk bûye, 18’ê Kanûna 2023’an li Metîna şehîd bû.

Şahîn Nûda (Bedran Gokdemîr), li Mûşê jidayîk bûye, 18’ê Kanûna 2023’an li Metîna şehîd bû. 

Ciwan Minbic (Salih Tewfîq), li Minbicê jidayîk bûye, 18’ê Kanûna 2023’an li Metîna şehîd bû. 

Jiyan Timoqî (Dîlan Tûnç), li Êlihê jidayîk bûye, 26’ê Kanûna 2023’an li Metîna şehîd bû. 

Dîmenên hovîtiyê yên dewleta Tirk

Artêşa Tirk a dagirker her roj sûcekî nû yê şer dike. Dîmenê êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer hate weşandin, ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê li dijî gerîla hatin bikaranîn. Bandora êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên li ser çeperên berxwedanê hate qeydkirin. Di van êrîşan de 4 gerîla şehîd bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di 18 û 20'ê Kanûna 2023'an de li ser êrîşan ev agahî dabû:"14, 15 û 16'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, çeperên me yên şer 41 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Her wiha carekê bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin. 18'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê, çeperên me yên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.