Bazo serî netewand

În 19 Tebax 2022 - 22:12

  • Dewleta Tirk a dagirker, şaredarê berê yê Goganê Bazo Yilmaz jî di hepsê de qetil kir. Parlamenter Omer Ocalan di merasîma veşartina cenaze de got, Divê gelê Kurd li ber bêwicdaniya dagirkeran rabe û helwêsta şehîd Bazo Yilmaz mînak nîşan da: Hevreyê me Bazo serê xwe li hemberî zaliman netewand.

Girtiyê nexweşiya wî giran Bazo Yilmaz ê li Girtîgeha Rihayê hat qetilkirin, li navçeya Rihayê Xelfetiyê, hate veşartin. 

Bazo Yilmaz ê 67 salî pêr bi şev li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê hate qetilkirin. Cenazeyê wî li goristana taxa Gogan a navçeya Xelfetiyê doh hate veşartin. Malbatê, û xelkê cenazeyê Yilmaz ji Saziya Tiba Edlî wergirt û bi karwanekî  ji sedan wesayitan, bire taxa Goganê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Neyartî ye

Omer Ocalan beriya merasîmê bi bîr xist ku wan gelekî ji ber nexweşiya Bazo Yilmaz hewl daye, û wiha dewam kir: “Saziya Tiba Edlî ya Tirk biryar da û got, ‘dikare li hepsê bimîne’. Ma ev ne neyartî ye! Ma ev ne hiqûq a neyartiyê ye? Gelê Goganê xwedî li şehîdê xwe derket. Di cenazeyan de naye axaftin, lê ev cînayet e. Di vê cînayetê de berpirsiyariya girtîgehê, Serdozgeriya Rihayê, nexweşxane, Meclîs û Saziya Tiba Edlî ya Tirk heye.

Divê gelê Kurd xwedî li rûmeta xwe derkeve û li ber vê bêwijdaniyê rabe. Hevreyê me Bazo serê xwe li hemberî zaliman netewand.”

Berpirsiyar rejîm e

Parlementer Ayşe Surucu ya ku bi Bazo Yilmaz re xebat kiriye jî got, “Bi awayekî ne qanûnî bi qeyûm cihê hevalê me dagir kirin û ew kirin nava çar diwaran. Di girtîgehan de li dijî girtiyên siyasî polîtîqaya îmha û înkarê heye. Her roj ji girtîgehan cenaze tên. Berpirsiyariya cenazeyên ku li girtîgehan tên, rejîma AKP-MHP’ê ye.”

Piştî axaftinan cenazetê Bazo Yilmaz ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmên “Şehîd namirin” piştî wecîbeyên olî hate veşartin.

Dewletê ew dîl girt û qetil kir

Bi hezaran kes piştî ku cenazeyê Yilmaz sipart axê, ber bi mala birayê wî Cafer Yilmaz ve çû. Malbatê êvarê li Mizgefta TOKÎ ya li taxê serdanên sersaxiyê qebûl kirin.

Qetilkirin Yilmaz doh bi şev bi rêya telefonê ji malbata wî re hatibû gotin. Bazo Yilmaz  8’ê Sibata 2021’ê ji bo pirsgirekên tenduristiyê rakiribûn Saziya Tiba Edlî û rapora dikare li girtîgehê bimîne, dabûnê. Yilmaz ji ber nexweşiya KOAH’ê bi cîhaza oksîjenê dijî. Bazo Yilmaz şaredarê berê yê bajarokê Goganê bû û endamê nû yê Meclîsa Şaredariya Xelfêtiyê bû, di 12’ê Kanûna 2016´an bi îdiaya ku endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e hate girtin. Sala 2018’an jî bi îdiaya “endamê rêxistinêye” 9 sal cezayê girtîgehê li Yilmaz hat birrîn.

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.