‘Bablîsok’ ji Wardozê derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 21:03

  • Weşanxaneya Wardozê pirtûkeke nû ya çîrokan a bi navê “Bablîsok” ku tê de bi giştî 12 çîrok hene, çap kir. Nivîskarê çîrokan Evdal Baqî ye. 

Weşanxaneya Wardozê pirtûkeke nû ya çîrokan a bi navê “Bablîsok” ku tê de bi giştî 12 çîrok hene, çap kir. Nivîskarê çîrokan Evdal Baqî ye.

Pirtûk bi Kurmancî ye û ji 104 rûpelî pêk tê. Wardozê ji bo pirtûkê nirxandineke wiha kiriye, “Di vê pirtûkê da 12 çîrokên Evdal Baqî hene. Ev pirtûk bi mijarên xwe yên cuda, bi zimanê xwe yê sade ji bo çîroknivîsîya me delîveyeka nû ye.”

Beşek ji çîroka bi navê Bablîsokê wiha ye, “Bavê min bûbû bablîsok û ez dabûm ber xwe. Serê min di nava lepên wî da her carê bi alîyekî ve xwar dibû. Axirê cîranên ku mêvan bûn xwe avêtin wî û ew girtin û ez bi zorê ji nava lepên wî derxistim, lê ji ber ku pozê min xwîn bûbû ez di nava xwînê da mabûm dîya min bi xar hat, bi destê min girt û ez derxistim derve û xwest xwîna min paqij bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.