Arşîveke dijîtal ji bo Helebce

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Adar 2023 - 02:32

Zanîngeha Helebce projeyek bi navê “Arşîvkirina dîjîtal a sucê jenosîda kîmyabarana Helebce” bi rêya di malperekê de komkirina wêne, dîmen, rojname, belge û agahiyên pirr berfireh ên li ser karesatê, çêkirin. Di vê projeyê de bi zimanên cuda dîroka jenosîda Helebceyê bi awayê dîjîtal tê arşîvkirin.

Zanîngeha Helebceyê bi proje û nûjeniyên xwe xizmeta doza jenosîda Helebce dike. Salvegera 35’an a Kîmyabarana Helebceyê, li navenda pirtûkxaneya giştî hate bibîranîn.

 

Malpereke sûdewar

Rektorê Koleja Zanista Mirovan a Zanîngeha Helebceyê, Dr. Nerîman Ebdula derbarê projeyê de got, “Vê projeya arşîvkirinê qederê salekê dewam kir. Me wêne, dîmen, rojname, pirtûk û hin belgeyên din kom kirin. Me di malperê de cih da du zimanan: Kurdî û Ingilizî. Lê di siberojê de em ê zimanên Erebî û Farisî jî li malperê zêde bikin da ku bêhtir kes xwe bigihînin agahiyên li ser komkujiya Helebceyê. Her kesê ku bixwaze agahiyên li ser Kîmyabarana Helebceyê bigire, dikare ji vê malperê sûdê bigire. Wek nimûne heger hûn bixwazin li navê şehîdekê/î bigerin, tenê navê wî/wê di malperê de binivîsin, wê agahiyên li ser wî/wê kesî di malperê de derkevin ber we.”

 

Haziriya ansîklopediyekê dikin

Her wiha Mamosteyê Zanîngeha Helebceyê, Dr. Hisen Mihemed derbarê heman mijarê de axivî û got, “Em ji bo ansîklopediya Helebceyê ku ji komkirina hemû belge û agahiyên li ser dîroka çand, şûnwar û geştyariyê pêk tê, dixebitin. Em dixwazin wan agahiyan hemûyan kom bikin û wek pirtûkekê çap bikin û bixin ber destê welatiyan.”

 

Belgeyên tine dibin diparêzin

Dr. Hisên di dewamê de da zanîn ku her beşeke civakê dikare ji vê pirtûkê sûdê bigire: “Ev pirtûk wê ji bo xwe gihandina agahiyên berfireh ên li ser Helebce û jenosîda Helebceyê bibe cihê baweriyê. Hemû belgeyan biparêze û yên ku metirsiya tinebûnê li ser wan heye jî wê zindî bike.”

ROJNEWS/HELEBCE

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.