Navenda Mûzîkê ya Şinriwê her çendî bûye navendeke hunerî ya ji bo hemû beşên Helebceyê, ji ber nedayîna deynê navenda wan ya ji aliyê parêzgeha Helebceyê ve niha li beşeke navenda Rayel karê hunerî dike.
Navenda Mûzîkê ya Şinriwê sala 2017’an li Helebce hatiye damezirandin. Ji roja ava bûye heta niha xort û jinên ciwan yên Helebceyê berê xwe didin wir û fêrî estûrmanên mûzîkê dibin. Niha jî komeke 20 kesî ku xwe fêrî dikin heye, bê navber tevlî merasîm û şahiyên taybet ên herêmê dibin. Berpirsê navendê û xwendekar li ser kar û xebatên xwe axivîn.
Pirranî Kakayî ne
Berpirsê Navenda Mûzîkê ya Şinriwê Adil Hesen axivî û diyar kir ku sala 2017’an navenda wan hatiye avakirin û got: “Ji roja navenda me hatî avakirin heta niha nêzî 150 kes hatine tevlî koma me bûne û xwe fêrî karê hunerê kiriye. Niha jî komeke me ya nû ji 20 kesî pêk tê heye. Piranî jî ev ji pêkhateya Kakayî ne. Ev yek jî nîşaneya ku bihevre jiyîna pêkhateyên herêmê ya ji dîrokê destnîşan dike.” Adil Hesen destnîşan kir ku hemû bajarek bi hunera xwe tê nasîn û heta li cîhanê jî wiha ye û wiha domand: “Ciwanên Helebceyî jî dikarin cihê xwe di vê beşê de bigirin. Hêviya me ewe em bajarê xwe pêş bixin.Hunera muzîkê daxwazên gelek welatiyên Helebceyê ne. Dixwazin bajar bigihînin salên heftêyan. Salên heftêyan di warê hunerê de li asta herî bilind bû.”
Heqê kirêya xwe peyda nekirin!
Adil Hesen bal kişand ser krîzên aborî yên li herêmê û got: “Niha li Helebce krîzeke mezin ya aborî heye. Bi qasî pêwîst aliyên berpirs bi hewara me ve nayên. Berî niha weke Koma Mûzîkê ya Şinriwê avahiyeke me hebû û kirêya wê ji aliyê parêzgehê ve hatibû pêşwazîkirin. Ji ber nebûna pere, kirêya xanî nehate dayîn û li ser me bûye deyn. Ji ber deyn nehate dayîn me cihê xwe vala kir. Niha jî li beşeke ya navenda Rayel karê xwe yên hunerî dikiin. Me dixwest navenda me weke xwe bimabûna û me karê xwe lê kiriba. Mixabin me nekarî heqê wê yê kirê pêşwazî bikira. Niha jî deyneke mezin yê wê li ser me ye û nikarin bidin.”
‘Em hunera Kurdî zindî dikin’
Xwendekara Koma Şinriwê Niyar Arî ku temenê wê 14 saliye anî ziman ku ev bi qasî çend mehane tevlî karê hunerê bûye û got: “Xwe fêrî kemanê dikim. Piranî em tevlî çalakî û merasîmên ciwanan, rojbûna zarokan, bîranînên şehîdan dibin.”
Niyar Arî anî ziman ku karê hunerî kareke xweşe û dema guh didin stranekê kêfxweş dibe û wiha domand: “Em hewl didin ku hunera Kurdî zindî bikin. Em gelek carî girîngî didin stranên Behcet Yehya û Ednan Kerîm û çend hunermendên din.”
ROJNEWS/HELEBCE