Ambargo ji koronayê xirabtir e

Nûçeyên Dosye

Şemî 23 Çile 2021 - 04:00

  • Îsmaîl Ayaz: Me jineke ducanî şand nexweşxaneyê, lê bi awayekî kêfî ji nîvê rê ew vegerandin. Pitika dayikê jî di rê de mir. Jê re gotin, tu ji Mexmûrê yî, em ê destûrê nedin tu biçî derman bibî. 

MIHEME PORGEBOL

Berdevkê Komîteya Tenduristiyê ya Kampa Mexmûrê, Îsmaîl Ayaz ji me re li ser vîrusa korona, derzî û dermanên li dijî wê, û pirsgirêkên sihetê yên din ên li kampê peyivî. Îsmaîl Ayaz got, kêmderfetî û ambargoya li ser Kampa Mexmûrê ji vîrusa Covid-19’ê bi tehlûketir in.

Îsmaîl Ayaz bi bîr xist ku vîrusa koronayê piştî 8´ê Adara 2020´an li kampê jî belav bûye û xelkê kampê bi derfetên xwe tevdîr girtine: “Kamp kete karantînayê. Pêşî ketin û derketin 45 rojan hatin qedexekirin. Paşê ev 4 mehan hat dirêjkirin. Xebatkarên tenduritiyên hemûyan bi hev re li dijî vê şewbê têkoşiyan. Me tevdîrên xurt girtin, lê ti teçhîzata me ya tibî nebû. Vê nexweşiyê barê li ser milê xebatkarên tenduristiyê giran kir. Gava şewb û ambargo bûn yek, barê me jî girantir bû.”

Karantîna dewam dike

Îsmaîl Ayaz got, ne hikûmeta Kurd, ne hikûmeta Bexdayê û ne jî Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne: “Yek ji van hêzan jî bi erk û berpirsiyariya xwe ranebû. Mirovên li Kampa Mexmûrê ev 27 sal in ku penaber in. Xwe li wan kerr û kor dikin.” Wî xwest her kes berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û wicdanî bi cih bîne.

Îsmaîl Ayaz bi bîr xist ku hin xebatkarên tenduristiyê bi vîrusa Covid-19´ê ketine, rewşa hinan ji wan giran bûye, lê bi dermankirinê ew baş bûne.

Îsmaîl Ayaz got, heta niha li kampê 93 kes bi vîrusa koronayê ketine, û 6 kesan jî ji ber nexweşiyê wefat kiriye. Wî got, gelek ji kesên bi nexweşiyê ketine xebatkarên wan bûne. Wî got, xebatkarên wan tevî nebûna derfetan jî rojê 24 saetan xebitîne, lê nebûna derfetan ew şeperze kirine. Wî got, xelk bi derfetên xwe hîna tevdîran digire û karantîna jî dewam dike. 

Nebûna derfetan me ji dest û lingan dike

Îsmaîl Ayaz got, derfetên wan nêzî sifirê ne û wiha dewam kir: “Lepik, maske, dermanê dezenfektan, alkol, sîper û berçavkên tibî, kîs û malzemeyên hîjyenê ji me re lazim in. Ji bo dermankirina nexweşan jî derman ji me re lazim in. Ekîpmana teknîkê jî lazim e.”

Li navenda wan a ji bo nexweşiya ji ber vîrusa koronayê, tûpên oksîjenê û mekîneyên hilmdanê jî nînin. Wî got, "Yanî li nexweşxaneyekê çi lazim be, hemû kêm in û pêdiviya me bi wan heye. Ji ber ku ambargo li ser vir heye. Heta cihek jî nîne ku em van pêdiviyên xwe ji wan re bibêjin."

Serê 12 hezar kesan bijîşkek

Îsmaîl Ayaz got, nexweşxaneyeke hikûmetê li Kampê heye lê ne weke nexweşxaneyekê dixebite: “Tenê bijîşkek heye, hefteyê 4 rojan hazir e. Ew jî bi înîsiyatîfa wî bijîşkî ye. Hin hefteyan tenê 2 rojan tê, hinan 3 rojan. Ew jî bi berpirsiyariya xwe ranebûn.” 

NY û hikûmet xwe kerr dikin

Wan telefonî wezareta tenduristiyê ya hikûmeta Hewlêrê kiriye, ew agahdar kirine. Wan NY jî agahdar kiriye. Lê tevî ku ji xizmetan berpirsiyar in, wan xwe li pêdiviyên kampê kerr û kor kiriye. Di encamê de jî ji ber pandemiyê xebatkarên tenduristiyê gelekî êşiyane. 
Îsmaîl Ayaz ambargoya PDK´ê ev bêhtirî sal û nîvê ye li ser Kampa Mexmûrê ferzkirî jî bi bîr xist. Wî got, ambargo ji vîrusa koronayê jî bi tehlûketir e: "Ambargoyê herî zêde zirar li xizmetên tenduristiyê kir. Ev bêhtirî sal û nîvê ye, û em bi sedama ambargoyê jî nizanin. Ne hikûmeta Helwêrê, ne NY´yê, kesî agahî neda me. Me bi caran li sedema ambargoyê pirsî.”

Tu ji Mexmûrê yî nayê dermankirin

Îsmaîl Ayaz got, ji bo ku nexweşan bişînin derveyî kampê jî derfetên wan nînin, heta ambulansa wan jî nîne: "Me jineke ducanî şand nexweşxaneyê, lê bi awayekî kêfî ji nîvê rê ew vegerandin. Pitika dayikê di rê de mir. Jê re gotin, tu ji Mexmûrê yî, em ê destûrê nedin tu biçî derman bibî. Gelek zarokan li ser rêya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê  ji bo me ambargo ji şewba Covid-19´ê bi tehlûketir e."

Nexweş pirr in

Îsmaîl Ayaz got, li Mexmûrê gelek nexweşên kronîk hene ku divê daimî dermanan bixwin û hejmara wan qederê hezarî ye. Ew dibêje, li kampê 26 nexweşên pençeşêrê, 60 nexweşên astimê, 35 mirovên felcî hene. Li navenda wan a ji bo zarokên otîst û bi senroma downê jî 23 kes hene. Ew wiha dewam dike: "Lê heta niha ti dewlet û hikûmetê destek neda, kes li halê me napirse. Ne derman û ne jî destekeke din didin. Derfetên me yên dermankirinê nînin. Nabe ku dinya xwe li vê kerr bike. Divê ev bibe rojev.” 

 

Derzî ne rojeva me ye

Li ser derzîkirina li dijî Covid-19´ê jî Îsmaîl Ayaz got, "Li Mexmûrê derziya li dijî Covid-19´ê hîna neketiye rojeva me. Serjimara kampê qederê 12 hezaran e. Helbet lazim e derzî ji bo wan bê dabînkirin. Lê ji ber ambargoyê, em bi zorê lepikan peyda dikin. Em dixwazin heyetek bê, şertên li vir bibîne, û li gorî pêdiviyên vir, xwe bide ber karekî. Ji ber ku ev erkeke insanî ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.