Agir kete koza berxên ciwan

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Mijdar 2021 - 23:00

  • Ji ber ku derî girtiye, kes nikare derkeve derve û xwendekar di hundirê sînemayê de dimînin. Ji ber tîna agir û dûmanê, deng û qêrîna zarokan ber bi asîman ve bilind dibe û dibêjin, “Yadê...Yaboo....Hewar e. Ez şewitîm, ez peritîm.” Bi vî awayî 283 zarok canê xwe didin!

ARDÎN DÎREN

“Ey gelê Amûdê; hewar û sed hewar derkevin! Agir ket sînemê, agir ket koza berxan, koza berxên ciwan, sînema şewitî! Hey hewar dijmin talanê me bir; talanê bê his û deng.”

Ev hevokên li jor yên nivîskar Mele Ahmedê Namî ne, yên ku di pirtûka xwe “Agirê Sînema Amûdê” de nivisîne û şahidiya wan rojan kiriye. Namî ev pirtûk, ev reşbelek, bi xema “Ditirsim ev serpêhatî jî weke yên demên bihûrî winda bibe” nivîsiye û wek nivîskarekî Kurd berpirsiyariya xwe ya wê demê bi cih aniye. Ji ber ku gelek serpêhatiyên Kurdan winda dibin, diçin û ti kes hay ji wan serpêhatiyan çênabe. Lê îro, em bi saya reşbeleka seydayê Namî hurgiliyên serpêhatiya şewitandina sînemaya Amûdê, baştir hîn dibin û têdigihîjin bê ka wî çaxî ev bobelat çawa hatiye serê zarokên Kurdan û  rastiya vê meseleyê çi ye. 

Li hemberî vê serpêhatiyê Namî dibêje, “Heger ez vê serpêhatiyê nenivîsim bê guman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî. Ji lewma min xwest çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim da ku ev serpêhatî li cem nezan û dijminan bê nirx nebe.” Mijar her çiqas îro şewitandina sînemaya Amûdê be jî helwêsta Namî ya di vî warî de jî girîng e.

Heger hûn bibêjin, çima, ji ber ku îro derbarê vê serpêhatiya Kurdan de çavkaniyeke nivîskî tine ye ji xeynî vê reşebeleka ji 82 rûpelan. Namî, piştî bûyerê bi vê mijarê daketiye û bi vê reşbeleka xwe ya piçûk û bi nirx, nahêle ku ev serpêhatî ji bîra Kurdan here û dijmin û nezan serpêhatiya me bê nirx bikin. 

Ji sînemayê bêhtir dişibiya axurekî

Di salên 1960’î de li Amûdê her çiqas partî û komeleyên Kurd hebin jî bajar di bin serweriya rejîma Beesê de ye. Wan salan rêveberên Beesî yên dewleta Sûrîye ji bo alîkariya Şoreşa Cezayirê li sînemaya ku navê wê Şehrazat e, filma “Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya nîvê şevê) nîşan didin û dibêjin, xwendekarên dibistana seretayî hemû mecbûr in li filmê temaşe bikin. Xwendekar hemû ji bo filmê bi kelecan in û heqê filmê ji malbata xwe digirin û gava dibe êvar, berê xwe didin sînemayê. Di salona weke axurekî de (Namî, wiha behsa sînemayê dike) nêzî 500 xwendekarî li ser dilê hevdû kom dikin û deriyê sînemayê yê derve jî li ser wan baş qewî asê dikin da ku kes dernekeve derve. Salona sînemayê ji ax, texte û pûş hatibû çêkirin. Ji xeynî çend kursiyan û motora ku filman digerîne ya bi şase, tiştekî din tine bû. Wekî din ji hundir ve jî bi telîsên rengîn yên boyaxkirî, hatibû xemilandin. 

‘Yadê...Yaboo hewar e!’

Film destpê dike lê kêliyek paşê, agir bi perdeye sînemayê dikeve û ji hundirê sînemayê dûman bilind dibe. Ji ber ku derî girtiye, kes nikare derkeve derve û xwendekar di hundirê sînemayê de dimînin. Ji ber tîna agir û dûmanê deng û qêrîna zarokan ber bi asîman ve bilind dibe û dibêjin, “Yadê...Yaboo....Hewar e. Ez şewitîm, ez peritîm.” Lê mixabin agir her diçe gur dibe û kes riya xwe nabîne bikeve hundirê sînemayê. Di demek kin de pêtên agir li her aliyê sînemayê belav dibin û 283 zarok canê xwe didin. Yên mayî jî bi birîndarî xelas dibin. 

Xîreta Mihemedê  Seîd Axa

Dema ku ev bûyer diqewime û hewar û qêrîna zarokan li Amûdê olan dide, kesek heye ku xwe nagire û diçe bi hewara wan ve. Ew kesê bi xîret û mêrxas Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ye û ji bo zarokan xelas bike bê tirs xwe li nav agir dixe. Namî wiha behsa wî dike, “Peywend û zincîrê jînê qetandin, weke şêrekî xiyidî û teyrekî bazî ku xwe berde ser nêçîrê, êriş berda kûrahiya agir û mirinê; hundirê sînemê, ta ku gihîşt zarokan û ji wan dido dan bin çengê xwe û anîn der. Cara duduwan dîsa êrişî hundir kir û du zarokên din anîn der. Bi vî awayî êriş li dû êrişê ta ku donzdeh zarok ji nav agir û mirinê, ji nav pêlên dojehê anîn der.” Mihemedê Seîd Axayê Deqorî bi vî awayî 12 zarokan xelas dike, lê mixabin cara dawî gava dîsa dixwaze here zikê sînemê vê carê agir digire cilên wî û ji ber agir zêdetir dibe sînema bi carekê tê xwarê û hildiweşe. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî jî di nav pêtên agir de dimîne û jiyana xwe ji dest dide.

‘Heke neke ez ê karê wî bidim dîtin’

Piştî vê bûyerê rêveberên rejîma Beesê xwe kerr dikin û deng ji wan dernakeve. Ew xwe sûcdar nabînin û berpirsyarên sînemayê digirin, davêjin hepsê. Li gorî agahiyên Namî, beriya agir bi sînemayê bikeve bi rojekê, berpirsên sînemayê, ji rûsipiyekî re ji Bavê Şêrgoh re gotine, ne guncan e ku em ewqas li ser hev di rojekê de film nîşan bidin. Ji ber ku motora filmê nîşan dide gelekî germ dibe û ew ji vê yekê pirr ditirsin. Bavê Şêrgoh, vê pirsgirêkê bi midûrê nahiyê re nîqaş dike û jê hêvî dike ku wê rojê zêde li ser hev film neyê nîşandan. Ji ber ku ew roja agir bi sînemaye dikeve, çend caran li ser hev nîşandana filmê çêdibe. Lê midûr guh nade gotinên wî û ji polêsekî ber destê xwe re dibêje, “Zû here cem xwediye sînemê û jê re bibêje, midûr dibêje gereke vê carê û careke din û careke din jî sînemê bişixulîne û heke neke ez e karê wî bidim dîtin, paşê bila gazina wî ji wî be.” Herî dawî gava rayedarekî Beesî ji navendê tê Amûdê, rûsipiyên wir jê re dibêjin, berpirsiyarên sînemayê bê sûc in û divê ew werin berdan lê her çiqas ev rayedar soz dide wan jî, piştî diçe soza xwe bi cih naîne. Bi vî awayî ser vê bûyerê tê girtin û ev serpêhatî wek serpêhatiya “Şewata Sînemaya Amûdê” di bîra Kurdan de dimîne. 

Çavkanî:


Agirê Sînema Amûdê-Mele Ahmedê Namî/Weşanên Jîna Nû-Çapa yekem sal-1987

Amûdê bûka welat

Amûdê, yan jî Amûda Bavê Mihemed. Yan jî bi gotina Cegerxwîn, “bûka welatê Kurdistan”. Cegerxwîn hingî ji Amûdê hez dike, jê re digot, “ew bûka welatê me ye.” Bûka welatê me Amûdê, di salên 1930’î de ji hêla balafiren Fransiyan ve tê bombekirin û şewitandin. Nivîskar Bavê Nazê di pêşgotina pirtûka “Agirê Sînema Amûdê” de tîne ziman ku Amûdê du caran hatiye şewitandin û dibêje, “Şewata sînemaya Amûdê, ya duduya ye ku bi destê dijmin li vî bajarî qewimiye. Ev li gor şewata pêşî ne pirr dûr e. Hin bi hezaran kes hene, ku şewata sînemê bi çavê xwe dîtine. Heya niha jî şopên vê bûyerê li Amûdê mane. Ev berî her tiştî ‘park’a ku li şûna sînemê hatiye çêkirin û danîna peykerê ku bûye sembola şehîdbûna zarokên bajêr û goristana Amûdê ye, ya ku bi qûçan bi kevirên şehkirî hatiye xemilandin.” Niha jî li Amûdê ev peyker û parka ji bo bibîranîna zarokan hatiye çêkirin, heye. Her sal di 13’ê Mijdarê de ev zarok tên bibîranîn ji lewma birîna wan a di dilê welat de hîna jî nekewiyaye û agirê wan netefiyaye. 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.