7 çete û leşkerên Tirk kuştin

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 02:45

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên li Babê yên li dijî çeteyên dewleta Tirk hatine lidarxistin de, 2 leşkerên Tirk û 5 çete hatine kuştin. HRE li ser çalakiyên xwe yên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyeke nivîskî da. HRE’yê diyar ku êrişên artêşa Tirk û çeteyan bi awayekî plankirî dewam dikin û li hember êrişan jî çalakiyên wan nasekinin. Li gorî daxuyaniyê di 16’ê Tîrmehê de li xeta Babê HRE’yê 2 çalakiyên taybet li dijî artêşa Tirk kirine û di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Her wiha li xeta Babê çalakiyeke serdegirtinê li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk hatiye û di encama vê çalakiyê de jî 5 çeteyên dagirker hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye. Di vê çalakiyê de çekeke AK-47, rextek, telefonek, 2 narincok, 5 jarjorên AK-47 û gelek fîşek hatine desteserkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.