4 wesayît hatin tinekirin
În 19 Tîrmeh 2024 - 02:25
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeriyê de daxuyanî da û got:’’Konvoya ku amûrên leşkerî û dagirker dibirin Qada Berxwedanê ya Sergelê, ji 2 baskan bi bandor hate hedefgirtin û di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 qemyon hatin tinekirin.
Herêma Xakurkê
14’ê Tîrmehê dest li helîkopterên Skorsky ku dixwest li qada Şekîf leşkeran deyne, dest hate werdan û helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.
17’ê Tîrmehê dagirkerên li Girê Şekîf bi çekên giran hatin hedefgirtin.
Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
15’ê Tîrmehê konvoyeke artêşa Tirk a dagirker ku amûrên leşkerî û dagirker dibirin qada berxwedanê ya Sergelê, ji 2 baskan bi bandor hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 qemyon hatin tinekirin. Hêjmara dagirkerên ku di van wesayîtan de hatine cezakirin, nehate zelalkirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran bermahiyên wesayîtên hatine tinekirin ji cihê çalakiyê birin.
17’ê Tîrmehê dagirkerên ku dixwestin ber bi qada berxwedanê ya Girê FM ve pêş bikevin, bi taktîka sabotajê hatin hedefgirtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
17’ê Tîrmehê dagirkerên li qada berxwedanê ya Girê Bihar, bi çekên nîv otomatîk hatin hedefgirtin û çeperek hate derb kirin.
Sûcên artêşa Tirk a dagirker
17’ê Tîrmehê tunelên me yên şer ên li qada berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombe kirin.
17’ê Tîrmehê tunelên me yên şer ên li qada berxwedanê ya Girê FM 8 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombe kirin.
17’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf û Kolît ên Xakurkê 3 caran, qada Dêreşê ya Garê carekê, qadên berxwedanê yên Girê Bihar û Girê Amêdiyê yên Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 2 caran, bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.
18’ê Tîrmehê qada berxwedanê ya Girê Bihar a Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrişê hate bombe kirin. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket.
BEHDÎNAN