2 salan li serê zinarekî tikûtenê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Mijdar 2023 - 00:54

Li Skoçyayê, Jillian Turner gava ku bi kanoyê di çem re dibuhirî, pê hisiya ku li serê zinarekî bilind, heywanek heye. Gava nêzî vê heywanê dibe, tê derdixe ku ew miyek e û ji keriya xwe veqetiyaye. Lê ev ne veqetandineke ji rêzê ye. Miya bi navê Fiona, tam du salan bi tena serê xwe li ser vî zinarî maye û hema bêje di nav hiriya xwe de winda bûbû.

Xwediyê Fiona zanibû miya wî winda bûye, lê her çend bi pey ketibû jî ti şopa ku wî ber bi Fionayê bibe, nedîtibû ta ku Jillian Turner, Fiona li serê zinarekî dît.

Jillian Turner piştî xeberê dide gundiyan û miya bi navê Fiona ji serê wî zinarê asê xelas dikin. Piştî Fionayê tînin mala wê, wê ji hiriya zêde ya li serê jî xelas dikin, hiriya 2 salan dibirrin. Fiona niha li “Gundikê Dalscone” dimîne û êdî ne bi tenê ye. Ew jî tevî keriyê bûye, lê ji hevalên xwe populertir e.

SKOÇYA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.