Sûcên Barzaniyan li dadgehên DYE’yê

Şemî 3 Sibat 2024 - 01:45

  • Shnyar Anwar Hassan ê ku derheqê Serokwezîrê Herêma Federe a Kurdistanê Mesrûr Barzanî li DYE’yê doz vekirî, got,‘‘Dewlemendiya Kurdistanê beleheq xerc dikin. Ji kîjan siyaset û malbatê dibe bila bibe dema ku belge hebin ku nelirêtî kirine ez ê li wan bikolim. Ne li gotinan lê li belgeyan dinerim.‘‘

Shnyar Anwar Barzanî yê ku li Emerîkayê doz li ser Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vekirî got,‘‘Koşka Barzaniyan tenê ya li Virgînîayê bihayê wê 15 milyon dolar e. Milkên wan ên din jî hene. Li Kalîforniyayê koşkeke dî jî ya bi bihayê 60 milyon dolarî kiriye. Li Dubaîyê jî mal û milkên wan bihayê 100 milyon dolarî hene. Piştî belgeyên min FBI’yê hin şîrketên malbata Barzanî girt.‘‘

Milkê ku lê xwedî dernediket…

Shnyar Anwar Hasan, bi sedema ku doz berdewam e diyar kir ew ê derheqê dozê nikaribe bi berfirehî agahiyan bide û ev agahî bi rojnameya me re par ve kirin:‘‘Doz ji qonaxên cihê bihurî. Qonaxa pêşî ew bû ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diviya bersivek bidaya gilihê ku min kirî. Ji bo vê jî bi pereyan ji şîrketên herî mezin ên li Emerîkayê parêzer girtin. Di vê qonaxê de derkete holê hin mal û milkên wî yên din jî derketin holê, ku beriya niha li wan mikur nedihat. Dîsa, di vê qonaxê de FBI’yê ji nav malbata Barzaniyan hin kes şopandin. Di rûniştina pêşî de ya dadgehê de-ku tenê ez û parêzerên Barzanî hazir bûn- dadger got ev doz dozeke balkêş e. Piştre bersiv da min û got li gel ku li Virgînîayê koşkeke mezin a Mesrûr Barzanî heye jî, ji ber ku li Emerîkayê namîne wê nikaribe were darizandin. Qonaxa duyan a dozê didome. Ji ber ku doz didome nikarim zêdetir agahiyan bidim.‘‘

Berpirs malbata Barzanî ne

Shnyar bi berdewamî anî ser zimên ku meseleyeke wî ya şexsî bi malbata Barzaniyan re nîne, ji ber ku li desthilatê ne ji rûdanên li Başûrê Kurdistanê ew berpirs in û ew jî wek aktivîst û nûçegihanekî kirinên wan dikole. Shnyar got,‘‘Çima di gotinên xwe de malbata Barzanî didim pêş? Ji ber ku ew li desthilatê ne. Li Kurdistanê biryara bê ka meaş wê kêm an jî zêde were dayin, hijmara karmendan, peymanên li gel Bexdayê, zêdekirina bacê, hêzên çekdar, têkiliya bi welatên din re û gelek mijarên din têkilî serokên hikûmet û herêmê ne. Xwediyê van du qoltixan jî malbata Barzanî ne.

Ne gotin in, belge hene

Shnyar bi berdewamî got rewşa girtiyên siyasî ku Mesrûr Barzanî bi neheqî ew avêtine zindanên Behdînanê ziyaneke mezin dide Kurdistanê û wiha domand:‘‘Li herêma Kurdistanê tenê li Hewlêrê û Duhokê di hikimdariya malbata Barzanî de gelek nûçegihan û aktivîst hatin girtin. Piraniya belgeyên min ên derheqê nelirêtiyê têkilî malbata Barzanî ne. Di demeke wiha de ku gelê Kurdistanê bi hejarî dijî, bi zenginiya Kurdistanê jiyaneke xweş dijîn û vê zengîniyê beleheq xerc dikin. Li Kurdistanê, ji kîjan siyaset û malbatê dibe bila bibe, heke belge hebin ku nelirêtî kirine min ew vekolan. Ne li gotinan lê li belgeyan dinerim.‘‘

FBI hin şîrket dane girtin

Shnyar bal kişande ser wê ku di rewşeke wiha de li Başûrê Kurdistanê meaşê Pêşmergeyan û xebatkaran an qet nadin wan an jî nîvçê didin wan, bihayê yek koşka Barzaniyan a li Vîrgînîayê 15 milyon dolar e. Shnyar bi domdarî got,‘‘Li pişt vê koşkê cihekî dî jî heye, Nêçîrvan Barzanî evder kiriye, ez behsa vê jî dikim. Li Kalîforniyayê koşkeke bi bihayê 60 milyon dolarî kiriye. Li Dubaîyê mal û milkên wan ên bi bihayê 100 milyon dolarî hene. Heta niha derheqê yên ku bi belgeyan li Emerîkayê derxistine holê, ti tiştek ji wan red nekirine. Piştî belgeyên min FBI hin şîrketên malbata Barzanî dane girtin.‘‘

Stûyê xwe xwehr nakim

Shnyar bi berdewamî anî zimên ku ji ber dozê bi rêya name, Facebook, WhatsApp û torên din ên medyaya civakî gef lê tê xwarin û got,‘‘Çeteyên malbata Barzanî, kesên ku hatine kirêkirin gefan li min dixwin. Ez biryardar im, li dijî pergala nelirêtî û zilmê ez ê têbikoşim. Li ber gefan stûyê xwe xwehr nakim.‘‘

Dozeke dî li Barzaniyan vebû

Li aliyê dî Komeleya Mexdûrên Kurdistanê û welatiyê Başûr, Makî Revend derheqê 48 kesan de, ku di nav van de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û endamên malbata Barzanî jî hene, ji ber 24 cure sucên cihê li Dadgeha Herêmê ya DYE’ê doz vekir, ku di van sûcan de, kuştin, revandin jî hene. Doz wê li dadgeha Washîngtonê were dîtin.

Ji bilî şexsan Hikûmeta Herêmî ya Kurdistana Federe jî tê sûcdarkirin. Kesên ji malbata Barzaniyan ku têne sûcdarkirin: Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Areen Masrous Barzanî, Dilshad Barzanî, Lîna Barzanî, Nîhad Barzanî, Omar S. Barzanî, Rabea Barzanî, Sayran Saber Mustafa Barzanî, Sîdad Barzanî, Sîrwan Barzanî, Waysî Barzanî.

Di lîsteyê de tevî Hosyar Zebarî, Kamal Kirkûkî li derî Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê 48 kes hene.

1 Milyar dolar tazmînat tê xwestin

Di dozê de bihayê 1 milyar dolarî tazmînat tê xwestin. Diyar bû ku Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Vaysî Barzanî bi kuştin, revandin û êşkenceyê têne tawanbarkirin. Her wiha hate gotin dosyaya têkilî sûcdariyê ji 332 rûpelan pêk tê. 

Tê payin dadgeh ji bo ku rûniştina dozê bibe van rojên pêş demekê diyar bike.

PERÎ TAHIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.