Li Hezexê qedexe!

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 00:12

Rayedaran li gundê Barim ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê tespît kir ku gelek sewal bi nexweşiya şewbê ketine. Li ser vê yekê 2 mehan ketina pez û dewaran a li navçeyê hate qedexekirin. Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Hezexê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ji bilî serjêkirinê ketin û derketina pez û dewaran heta 9’ê îlonê hatiye qedexekirin. Midûriyetê ragihand ku kesên li gorî vê yekê tevnegerin wê bên cezakirin. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.